Li Sûdanê jin û zarok li kampan bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne

Ji ber şerê li Sûdanê, di nava welat de kesên ku ji cihên xwe bûne li kampek li eyaleta Derya Sor dimînin. Jin û zarok li kampan bi pirsgirêkên tuwalêt, hîjyen, derman, xwarin û tendirûstiyên tên, ji bo nexweşiyên şewbê jî tedbîr nayên girtin.

SALMA AL-RASHÎD

Sûdan – Li Sûdanê di dîroka 15’ê Nîsana 2023’an de şerê di navbera artêşê û hêzên piştgiriya lezgîn ên paramîlîter dest pê kiriye berdewam dike. Li gorî daneyên rêxistina koçberan a navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (IOM) li Sûdanê ji dema şer ve heta niha zêdeyî 7,7 milyon kes bi zorê ji cihên xwe bûne. 6 milyon kes di nava welat de ji cihê xwe bûne, zêdeyî 1,7 milyon kes jî neçarî koçkirina welatên cîranên Sûdanê yên weke Başûrê Sûdanê, Etiyopya, Komara Navenda Efrîqayê û Libyayê bûne.

Ji kesên ku ji cihê xwe bûne 500 ji wan jin in û 350 zarok jî di nav de hezar û 537 kes di kampa li zanîngeha Derya Sor de di şert û mercên zehmet de dijîn. Jinên ku di kampan de dimînin û berpirsa kampê ji ajansa me re axivîn.

‘359 malbat dimînin’

Berpirsa kampê Rumah Musa Hassan got: “Dema em li kampê dinêrin dibînin ku beramberî kampên din ên li eyaletên din ên li Derya Sor ev ji hemûyan mezintir e. Nêzî 359 malbat lê dimînin. Di kampê de sala borî ji 18’ê Hezîranê ve heta niha dest bi qebûlkirina kesên ku ji cihên xwe bûne hat kirin. Beşek ji van piştre tehliyeyê Komoran, Nîjerya, Efrîqa û Sûriyeyê kirin.”

‘Nexweşiyên şewbê belav dibin’

Rumah Musa Hassan bal kişand ser pirsgirêkên ku li kampê hene û wiha got: “Kêmaniya hîjyenê dibe sedema belavbûna nexweşiyên şewbê. Mirina ji ber kolerayê nehatiye qeydkirin û di hinek jinan de kêmxwînî hat tesbîtkirin.” Rumah Musa Hassan da zanîn ku jin ji ber şer bêkar mane di aliyê aborî de zoriyan dikşînin û got: “Jin li ser rê çay û qehweyê difiroşin neçar dimînin di qadên cuda de bixebitin.”

‘Hinek jin li hewşa kampê mane’

Nour Abdul Letîf yek ji wan jinên ku ji ber şer ji bajarê Hartumê ji cihê xwe bûye ye. Nour Abdul Letîf  da zanîn ku tendirustî di nav de ji ber gelek pirsgirêkan rojên zor derbas kiriye û got: “Saziyên alîkariya mirovî yên girêdayî UNICEF’ê tenê sê kon ji bo kesên ku ji cihê xwe bûne peyda kirine. Hinek jî neçar kirin ku di hewşa kampê de bimînin û ji ber vê jî li erdê razan. Di vê navberê de hinek komeleyên xwecihî çenteyên alîkariyê jî di nav de hinek malzemeyên bingehîn dan me.”

Di riyên koçberiyê de li gel malbata xwe 3 bajar guherand

Zubeyda Osman ji ber dijwariya tundiyê li herêma Jabal Awlia dijî piştî ku hat xwestin vala bikin, li gel dayik, pîrika xwe û 3 zarokên xwe çûn Cezayîrê û ji bo xwe bigihjîînin bajarê Vad Medenî neçar man ku wesayîdekê zêdetir bi kar bînin û wiha got: “Min xwe gelek westiyayî hîs kir û diviyabû ez tedawî bibûma. Ji ber min mesref neda rewşa min xirabtir bû. Ji ber vê yekê jî em ketin lêgerîna cihekî guncawtir. Em çûn gundekî rojhilatê bajarê Sennar û li wê derê piştî hefteyekê ez mam, em çûn bajarê Port Sudan li wê derê em li zanîngehek Derya Sor ku xwendekarên keç lê diman bi cih bûn.”

Zubeyda Osman da zanîn ku 5 sal in nexweşiya penceşêrê pê re heye û di şert û mercên kampê de tedawiya wê ne bi rêk û pêke û got: “Dermanên ku divê her dem bi kar bînim hene. Ji ber derman giran in min di girtina kemoterapiyê de zorî kişand.”

‘Nêzî 4 mehan me xwe dibin ranzeyan de veşart’

Zeyneb Al-Samanî ji bajarê Nyala ji cihê xwe bûye û destnîşan kir ku mala wê nêzî cihê leşkerî bûye û got: “Her dem me dengê balafir û şer dibihîst. Nêzî 4 mehan bi her dengî re me xwe di bin ranzeyan de vedişart. Di peydakirina xwarin û avê de me gelek zorî kişand. Bombe li mala cîran û mirovên me ketin û jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê jî me biryar da ku li gel malbata xwe em ji malê derbikevin.”

‘Li gorî pêwîstiyê tuwalêt nîn e’

Zeyneb Al-Samanî amaje diyar kir ku piştî gelek bajaran, çûne Port Sudana ku difikirîn bi ewle ye, der barê şert û mercên di kampa ku lê diman de ev tişt anî ziman:

“Li kampê şert û mercên me yên jiyanê gelek kêm in. Pirsgirêka hîjyenê heye kolera belav dibe. Ji bo pêşî li nexweşiyên şewbê bigrin tedbîr nayên girtin. Ji ber ku li gorî pêwîst e tuwalêt nîn e jin neçar dimînin ji bo tuwaletê biçin qadên vekirî. Ev jî dibe sedem ku nexweşiyên şewbê belav bibin. Nexweşxaneyên dewletê bi teybetî ji bo jinên ji cihê xwe bûne di mijara testên tibî û dermanan de alîkariyê nadin. Derman  jî gelek biha ne û em nikarin bigrin. Divê hikumet ji bo kesên ku ji cihê xwe bûne piştgiriya xizmeta bê beramber bike. Saziyên alîkariyê mirovên ku ji cihên xwe bûne ji van alîkariyan bêpar dihêlin.”

‘Em bê kar man divê derfetên kar ji bo me peyda bikin’

Jinek ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Li payetxt Hartumê, di nîvê meha Nîsanê de ji ber şerê ku derket, me tirsek mezin jiya. Tevî pirsgirêka gihandinê bi wesayîdek biçûk em li gel zarokên xwe reviyan. Rêwîtî asan derbas nebû. Em hatin kampê lê belê li vê derê jî şert û mercên jiyanê gelek xirab in. Ji derveyî pirsgirêka avê ji ber bihabûna dermanan em nikarin bigrin. Em man bê kar û ji bo hêza me ya madî tune ye em pêwîstiyên xwe nagirin. Em ji saziyên hikumetê û alîkariyên mirovî dixwazin ku şert û mercên jiyanê ji bo jin û zarokên li kampê baş bikin. Em daxwaza derfetê kar dikin.”

‘Bila derfetên perwerdeyê ji bo zarokên me ava bikin’

Jina bi navê Meryem ku li kampê dimîne diyar kir ku ji herêma Haj Youssefe ye û got: “Ji ber şer jiyana me ket metirsiyê. Ji ber vê em neçar man mala xwe biterikînin. Mala me ziyan dît, tiştên me hatin dizîn. Bû sedem ku ji ber şer em ji xaka xwe koç bikin. Em ji rayedarên eleqedar dixwazin derfetên perwerdeyê ji bo zarokên me ava bikin.”

‘Ji ber qerebalixiya zêde li kampê em ranazên’

Zarok jî ji zehmetiyan para xwe digrin, yek ji wan zarokan jî zaroka bi navê Meryem Îsmaîl e. Meryem Îsmail şert û mercên kampê bi girîn anî ziman û diyar kir ku ji ber qerebalixiya li kampê nikare razê û got: “Ez dengê şer ji bîr nakim.” Meryem Îsmaîl diyar kir ku ji bo riyeke bi ewle bibînin ji bajarê Wad Madani heta bigihîjin bajarê Sennar neçar mane bi k3ılometreyan bimeşin û got: “Piştî çend rojan em ketin kamyonekê û em reviyan. Rêwîtiya me ya bi tirs hefteyek berdewam kir. Piştre em gihîştin kampa zanîngeha Derya Sor.”