Li Sûdanê ji ber êrişan saziyên tenduristiyê nikarin xîzmetê bikin
WHO ragihand ku ji serê salê heta niha li dijî saziyên tibî yên Sûdanê 5 êrîş pêkhatiye, li welat saziyên tenduristiyê zêdeyî ji sêyan yekê xizmetê nadin.
Navenda Nûçeyan – Pevçûnên ku ev sê sale li Sûdanê didome, rê li ber felcbûna qada tenduristiyê vekiriye, îsal xirabbûna şertên mirovî, bû sedemê zêdebûna rêjeya kêmxwarinê û alîkarî xilas bibin.
Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) di daxuyaniya 21’ê Sibatê weşandî de, ragihand ku ji destpêka 2026’an ve, li Sûdanê 5 êrîş li dijî tesîsên tenduristiyê hate pêkanîn. Ji ber pevçûnên ku li welat di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ku ev sê sale didome qada tendurisriyê ku ji xwe hilweşiyayî, hema bêje bi temamî felc bûye. Zêdeyî ji sêyan yekê tesîsên tenduristiyê hê ji derveyî xizmetê ne.
Êrîşên li dijî nexweşxaneyan
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 50 rojên destpêkê yê 2026’an de, li dijî xizmetên tenduristiyê 5 êrîş hatine pêkanîn, di van êrîşan de 69 kesan jiyana xwe ji dest dane û 49 kes jî birîndar bûne. Êrîşa dawî nexweşxaneya El-Mazmum ya li eyaleta Sennar ya li başûr û rojavayê welat kiriye hedef, di êrîşê de 3 nexweşan jiyana xwe ji dest dane û di navde yek jê xebatkarê tenduristiyê 7 kes birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku di destpêka meha Sibatê de, li herêma Kordofan ku li başûrê Hartum cih digre û di mehên dawî de bûye navenda pevçûnan, li dijî navendên tibî 3 êrîş hatine pêkanî û di van êrîşan de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşan de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî daneyên WHO, ji destpêka pevçûnan heta niha, li dijî tesîsên tenduristiyê yên Sûdanê herî kêm 206 êrîş hatine pêkanîn, di van êrîşan de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne.
Tenê di 65 êrîşên di sala 2025’an de hatî pêkanîn de, zêdeyî 1620 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar li gelemperî dinyayê ji sedî 80’ê mirinên ku çavkaniya xwe ji êrîşên li dijî qada tenduristiyê pêktê ye.
Krîza mirovî herku diçe kûr dibe
Pevçûnên ku ev sê sale didome, bû sedemê mirina bi dehhezaran kesan û zêdeyî 14 milyon kes ji cihên xwe bibin. Neteweyên Yekbûyî vê rewşê wek krîza herî xirab a mirovî bi nav dike.
WHO, destnîşan kir ku, tê pêşbînîkirin kirin ku di sala 2016’an de li Sûdanê nêzî 4,2 milyon bûyerên kêmxwarinê werin dîtin, ji vana zêdeyî 800 hezaran di katagotiya kêmxwarina giran de bin. Heman salê li welat hejmara kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye dibe ku bigihe 33,7 milyonan.
Divî alî de Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku, di meha bûrî ya Çileyê de, hîşyarî dabû ku dibe heta meha Adarê stokên alîkariyan xilas bibin, da zanîn ku krîza mirovî ya ku herku diçe kûr dibe, dê hê girantir bibe.