Li Sûdanê êrîşa hewayî: 28 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di du êrîşên hewayî li dijî Darfûr û Kordofanê yê Bakurê Sûdanê de herî kêm 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Berdevkê NY diyar kir ku ji 1 Çileyê heta 15’ê Adar ê di êrîşan de zêdeyî 500 kes mirine.
Navenda Nûçeyan – Ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dikin, êrîşên li dijî bajarên welêt zêde bûne û rewşa mirovî xirabtir kiriye. Sînordarkirina gihîştina tîmên alîkariyê ji bo herêmên dibin hedef, bûye sedema zêdebûna windahiyên sivîl.
28 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, îro, di du êrîşên balefirên bê mirov li dijî eyaletên Darfûra Bakur û Kordofana Bakur herî kêm 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ev jî nîşana nûbûna tundûya li herêmên cuda yên Sûdanê ye.
Yek ji êrîşa li dijî eyaleta Darfûra Bakur, li bazarek qerebalix a li bajarokê Serf Umra pêk hat. Di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan pitik bû û 17 kesên din jî birîndar bûn. Bijîşkekê diyar kir ku gelek ji birîndaran di rewşek krîtîk de ne û tê payîn ku hejmara miriyan zêde bibe.
Êrîşa li dijî Bakurê Kordofanê, bû sedem ku kamyonek li ser rêyeke sereke bi şewite. Çavkaniyeke bijîşkî ya nexweşxaneya bajarê El-Rahed got ku şeş cenaze anîne navendê, sê ji wan bi tevahî şewitîne. Di bûyerê de 10 kes jî birîndar bûn.
Heman çavkaniyê, ji êrîşan Hêzên Piştgiriya Lezgîn berpirs dît. Heta niha ji hêla aliyan ve, derbarê van êrîşan de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
‘Di navbera 1’ê Çile û 15’ê Adarê de 500 sivîl hatine kuştin’
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Marta Hurtado, di civîna li Cenevê de got: “Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di navbera 1’ê Çile û 15’ê Adarê de di encama van êrişan de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin. Piraniya sivîlên ku hatine kuştin li 3 navçeyên herêma Kordofanê ye.”