Li Sûdanê dorpêça El Faşer: Krîza birçîbûnê kûr dibe

Li bajarê El Faşer ê Sûdanê ji ber şerên ku didome, bi hezaran kes rû birûyî birçîbûnê bûne. NY banga demildest a gihandina alîkariya mirovî ji bo herêmê kir.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera artêşa Sûdan û Hêza Piştevaniya Lezgîn ku di Nîsana 2023’an de destpêkirî, bû sedemê mirina bi hezaran kes, koçkirkirin û hilweşîna bînesaziyan. Bajarê El Faşer ê girêdayî eyaleta Darfur ê Bakur, hê dibin dorpêçê deye û alîkarî nagihije.

25 milyon kes bi birçûbûna tund re rû bi rû ye  

Dîrektorê Rojhilat û Başûrê Efrîqa yê bernameya Xwarina Dinyayê yê NY, ragihand ku li bajar bi sed hezaran kes dibin gefa birçîbûnê dene. Li gorî daneyên NY, li Sûdanê nêzî 25 milyon kes rûbirûyî birçîbûnek tunde û 3,5 milyon û zarok kêmaniyek cidî ya xwarinê dijîn.

Li El Faşer hinek jin ji bo bijîn, berê xwe didin êmê lawiran û bermahiyên xwarinan. Bernameya Xwarinê ya Dinyayê diyarkir ku ji bo pêkanîna pêwîstiyên zêde dibe, raste rast pêwîstî bi alîkariya xwarinê heye. 

Talan, êrîşa zayendî û tundî

Girtina rêyên ticaretê nirxên xwarinên bingehîn zêde kiriye, girtina mitbexên komî krîz kûrtir kiriye. Şahidên ku karîne ji El Faşer bi revin, diyarkirin ku ew bûne şahidê tundî, talan û êrîşên zayendî.

Rayedarên NY, hîşyarî dan ku negihandina alîkariyên mirovî yên acîl, mirov wê ji birçan bimirin. Dîrektorê Lojistîka Bernameya Xwarina Dinyayê Corinne Fischer, diyarkir ku ji bo alîkarî bigihînin El Faşer divê ketina bi ewle were pêkanîn. Hêzên Piştevaniya Lezgîn, destûr nade alîkariya mirovî bikeve herêma dibin dorpêçê de.