Li Sûdanê di nava 19 mehan de 13 rojnamevan hatin qetilkirin
Ji dîroka 15’ê Nîsana 2023’an ve heta niha li Sûdanê şerê navxweyî didome û di wî şerî de 13 rojnamevan hatine qetilkirin. Der barê binpêkirina mafên 500 rojnamevanan û saziyên medyayê de rapor hatin amadekirin.
SALMA AL-RAŞÎD
Sûdan- Sekretera Azadiya Çapemeniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê (SJS) Îman Fadil Al- Sayed, diyar kir ku ji destpêka şerê li Sûdanê ve heta niha 13 rojnamevan hatine qetilkirin. Sekretera Azadiya Çapemeniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê (SJS) Îman Fadil Al- Sayed, di daxuyaniya ku di roja bidawîanîna bêcezatiya sûcên li dijî rojnamevanên navneteweyî tên kirin da, bi dirûşma ‘Mexdûran biparêze û failan bidarizîne’ hat dayîn de dabû de, ragihand ku li Sûdanê di şerê ji 15’ê Nîsana 2023’an ve dest pê kiriye de heta niha 13 rojnamevan hatine qetilkirin û binpêkirinên li dijî 500 rojnamevanên Sûdanê hatine qeydkirin.
Sûcên li dijî rojnamevanan zêde bûne
Îman Fadil Al-Sayed, diyar kir ku di heman demê de di navbera salên 2006-2024’an de li cîhanê hezar û 700 rojnamevan hatine qetilkirin, di roja bidawîanîna bêcezatiya sûcên li dijî rojnamevanên navneteweyî de ji her 10 dozan 9 jê çareser nebûne û zêdebûna di bêcezatiyê de rê li ber zêdebûna di rêjeya li dijî rojnamevanan de cezayê hatiye pêkanîn de vekiriye û da zanîn ku ev dijwariya şer û hilweşîna jiyanê û pergala darazê îşaret dike.
Bang li NY hat kirin
Îman Fadil Al-Sayed got ku di rûniştina 68’emîn a sala 2013’an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja 2’ê Mijdarê weke roja têkoşîna li dijî bidawîanîna bêcezatiya sûcên li dijî rojnamevanên navneteweyî qebûl kiriye û ev di aliyê naskirina sûc û bi taybetî sûcên li dijî rojnamevanan tê pêkanîn de gelek girîng e û bang li NY kir ku ji bo kêmkirina çanda bêcezatiyê ya heyî, tedbîran bigrin.
‘Em bêdengiyê qebûl nakin’
Îman Fadil Al-Sayed bal kişand ku her sûcê li dijî rojnamevanên Sûdanê hatiye kirin bi dîrok û hûrguliyên xwe hatiye belgekirin û wiha got: “Heta her rojnamevanek mafê xwe bigre û edalet pêk were, em ê hewldana xwe bidomînin û bêdengiyê qebûl nakin.”
Bang li dadgeha navneteweyî hat kirin
Îman Fadil Al-Sayed bang li hemû hikumetan, rêxistinên medyayê û rêxistinên civaka sivîl kir ku der barê bidawîkirina bêcezatiyê de beşdarî hewldanên gerdûnî bibin û daxwaz kir ku rojnamevan werin parastin û divê dadgeha hiqûqa navneteweyî li dijî êrişan bikeve nava tevgerê.