Li Sûdanê di êrîşên li dijî navendên tenduristiyê de 933 kes mirin

Save the Children, ragihand ku li Sûdanê di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de 933 kesên li navendên tenduristiyê bûn an jî bi xizmên xwe re bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku didomîn û xirabûna şert û mercên mirovî, li dijî navendên tenduristiyê êrîş pêk tên. Ev rewş dibe sedem ku bi hezaran sivîl û xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest bidin û pergala tenduristiyê xira bibe.

Save the Children (Zarokan Biparêze), roja 4’ê Tîrmehê ragihand ku li Sûdanê di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de di êrişên li dijî navendên tenduristiyê de 933 kesan jiyana xwe ji dest dan. Save the Children (Zarokan Biparêze), diyar kir ku êrîşa herî dawî di 21’ê Hezîranê de li dijî Nexweşxaneya El-Mujlad a li Eyaleta Kordofan a Rojava çêbûye, 5 xebatkarên tenduristiyê û 6 zarok jî di nav de 40 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistinê diyar kir ku analîza xwe li ser daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kiriye û da zanîn ku tenê di 6 mehan de li dijî navendên tenduristiyê 38 êrîş çêbûne û zarok û xebatkarên tenduristiyê jî di nav de 933 kes jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hat diyarkirin ku hejmara kesên îsal mirine li gorî sala borî 60 qat zêdetir e û hat destnîşankirin ku di êrîşên îsal ên li dijî saziyên tenduristiyê de 148 kes birîndar bûn, ev hejmar li gorî sala borî 3 qat zêdetir e.

Li Sûdanê piştî destpêkirina şer heta niha li dijî navendên tenduristiyê 136 êrîş pêk hatine û di encama van êrîşan de 238 kes jiyana xwe ji dest dan û 214 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de, di 6 mehên ewil ên sala borî de li dijî navendên tenduristiyê 13 êrîş pêk hatin, 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 148 kes jî birîndar bûn.

Hejmara kesên hatine kuştin çar qatî du sal berê ye

Rêxistinê, diyar kir ku li Sûdanê leza êrîşên li ser navendên tenduristiyê ji destpêka pevçûnê ve kêm nebûye û hejmara kesên di 6 mehên ewil ên îsal jiyana xwe ji dest dane, 4 qat ji hejmara giştî ya qurbaniyên salên 2023-2024’an zêdetir e. Ev karesate mirovî ya xirab û gefa li dijî jiyana xebatkarên tenduristiyê, dibe sedema metirsiyên cidî. Rêxistinê, da zanîn di hawirdorekî ku tundî zêde dibe û şert û mercên mirovî xirab dibin de, êrîşên li dijî navendên tenduristiyê ya li Sûdanê zêdetir bibin. Navendên tenduristiyê bi nexweşiyên şewbê yên weke kolerayê re jî têdikoşin.

Ji sedî 80 navendên tendirustiyê ji xizmetê derketin

Rêxistinê, destnîşan kir li deverên pevçûnê nêzî ji sedî 80’ê navendên tenduristiyê bi tevahî ji xizmetê derketine û yên mayî jî nêzîkî ji sedî 45’ê xebatên xwe dane seknandin û da zanîn ev yek hem ji bo nexweşan hem jî ji bo xebatkerên tenduristiyê zehmetiyan çêdike. Her wiha rêxistinê, diyar kir ku talankirina malzemeyên tenduristiyê êşa bi milyonan mirovan zêdetir dike.

Rêxistinê, da zanîn ku li Sûdanê ji ber kêmbûna alîkariyan di mehên pêş de, di rêza dabînkirina xureka amade ya cîhanî de bi vahaliyek krîtik re rû bi rû bimîne û destnîşan kir ku bi taybetî li Darfûrê stokên xwarinê yên heyî kêm bûne.

Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku Darfûr bi qeyraneke mirovî ya xirab re rû bi rû ye û ji sedî 79’ê nifûsa herêmê hewcedarê alîkarî û parastina mirovî ye.