Li Sûdanê di êrîşa li ser dibistanek de 2 zarok mirin 12 zarok birîndar bûn
Li bajarê Rahad ê bakurê Kordofanê, di êrîşa balafira bê mirov a ku tê texmînkirin a Hêzên Piştgiriya Lezgîn e de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 12 zarok jî birîndar bûn.
di êrîşan de jiyana xwe ji didin zêde dibe.
Li bajarê Rahad ê bakurê Kordofanê, balafira bê mirov a ku tê texmînkirin a Hêzên Piştgiriya Lezgîn e dibistanek kir hedef. Li gorî çavkaniya tenduristiyê, di êrîşê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 12 zarok jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyê hedef dibistana olî ya li navenda bajar bûye û gelek kesên birîndar piştî êrîşî rakirine nexweşxaneyan.
Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser pevçûnên li Sûdanê û di heman demê de hişyarî da ku ji bo zarokên pirsgirêka xwarinê dijîn dem kêm bûye û bang li cîhanê kir ku li hemberî vê trajediyê bêdeng nebin. Pisporên ewlehiya xwarina kûrewî, ragihand ku li herêmên Um Bru û Karnoî yên bakurê Darfurê, birçîbûna malnusrisyon derbas kiriye.
Berdevkê UNICEF’ê, bal kişand ku ji bo zarokan rewş her diçe xirab dibe û hişyarî da ku êdî dem nemaye.