'Li Sûdanê di 3 rojan de 40 zarok hatin qetilkirin'
Li gor daxuyaniyên Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî hate eşkere kirin ku di sê rojên dawî de 40 zarok di encama bombebarankirina deverên cuda yên Sûdanê de hatine qetilkirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250206-20250206-20250205094158-jpgadf49c-image-jpg56a435-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin. Di encama pevçûnên ku ev bû du sal li Sûdanê rû didin bi hezaran kes hatine qetilkirin û birîndarkirin, her wiha zêdeyî 15 miliyon sivîl ji welatên xwe koçberbûne. Di heman demê de binesaziyên herêmê jî ji xizmetê derketine.
'Di sê rojan de 40 zarok hatin qetilkirin'
Nûnera UNICEF’ê ya Sûdanê Annmarie Swai diyar kir ku di nava sê rojan de zêdetirî 40 zarok li herêmên cuda hatine qetilkirin. Her wiha tekez kir ku di encama êrîşên li ser bajarê Kadugli ya başûrê Korfodanê 21 zarok hatin qetilkirin û 29 jî birîndar bûn. Annmarie Swai got: “Ev jî felaketek mirovî ye. Herî zêde zarok parên xwe ji van pevçûnan û êrîşan digirin. Divê rêxistinên mafên zarokan ên cîhanî vê felaketê rawestîne."
'15 milyon kes neçarî koçberiyê bûye'
Rêxistina navnetewî ya koçberiyê jî raghand ku hejmara koçberên Sûdanê gihêştiye 15 miliyon kes. Di nav wan de 3 miliyon û 506 hezar kes jî neçarî koçberiya derveyî welêt bûye û yên din jî di welatê xwe de koçber bûne û li deh hezar û 238 cihan li eyletên welêt hatin belavkirin.
'Piraniya birîndaran zarok in'
Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas jî bi rêya daxuyaniyê pevçûnên di navber artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi binpêkirina mafên mirovan pênase kir û got: "Ev kiryar li dijî mirovahiyê ye. Xebatên tendirustiyê di van rojên dawî de li wargeha Zemzem bi dehan birîndar di encama pevçûnan de birîndarkirin. Nexweşxaneya wargehê jî 21 birîndar ku piraniya wan zarok bûn pêşwazî kir ji bo tedewiyê. Dorpêça ku ser birîndarên ku li wargeha Zemzem a eyleta bakurê Darforê xeteriyên mirovî bi xwe re tîne. Ev dorpêç jî nahêle birîndar lênihêrînên tendrustiyê yên baş bi dest bixe."
Di encama pevçûnên ku ji nîvê meha Nîsana 2023'an ve li Sûdanê rû dane felaketek mirovî bi xwe re anî ku hêşt bi milyonan kes rûbirû bi birçîbûn û mirinê re bimînin.