Li Sûdanê birçîbûn: 6 kesên ji heman malbatê mirin
Koordînasyona Komîteya Berxwedanê ya bajarê Faşir ya rojavayê Sûdanê, ragihand ku malbatek ji ber xwarina bermayiyên rûnê fistiqê yê ku li herêmê wekî "Ambaze" tê zanîn û wekî xwarina heywanan tê bikar anîn, jehrî bûye.

Sûdan – Li Sûdanê gel ji ber birçûbûnê berê xwe dane êmê lawiran, ev jî asta karesata mirovî radixe berçavan. Ev rewş nebûna alîkariyê û li herêmên şer de bê ewlebûna xwarinê nîşan dide, birçîbûn weke qatilek bêdeng malbatan tune dike.
Koordînasyona Komîteya Berxwedanê ya bajarê Faşirê di daxuyaniya roja duşemê (25’ê Tebaxê) de, diyar kir ku li bajarê Faşir ku dibin dorpêça Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ye malbatek 6 kesî di encama bi jehrêketina bermayiyên fistiqên ku rûnê wê jê tê derxistin ku jê re dibêjin ‘ambaz’ de mirine.
Navê kesên mirine wiha ne: Meryem Tendel Sulêman, dayîk Salîha Silêman Bidi. Zarok: Amani Fethurrahman, Saber Salim Mustafa, Said Salim Mustafa, Sabri Salim Mustafa”
Komîtê ji bo destekdayîna mitbaqên piştevaniyê ya Faşir ku danê xwarinê didin ên dibin dorpêçê de bang kir û wiha got: “Destekê bidin mitbexên Faşir. Destûr nayê dayîn rewşa ewlehiya li bakurê Darfûr bê belgekirin. Alîkarî bidin gelê me yê di nava felaketê de. Xizanî bêdeg di kuje. Heta em nekevin tevgerê dê felekat her dubare bibe.”
Bajarê Faşir yê li bakurê Darfûr, ev nêzî salekê ye dibin dorpêça giran a Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ne. Ev dorpêç, rê li ber wê yekê vekir ku nirxê xwarinan zêde bibe, xizmetên bingehîn hilweşe. Destûr nayê dayîn ku tu konvoyên alîkarî û xwarin bikevin bajar. Gelek kamyon hatin talankirin, rêyên navend hatin girtin, Faşir yên ji Sûdanê mane jî bi temamî îzole dike.
Li Sûdanê ‘ambaz’ navek ku ji bo papa tovên fistiq û kuncî piştî ku ronê wê tê derxistin e. Gelemperî ji ber proteîna zêde weke êmê lawiran tê bi karanîn, lê belê ji bo xwarina mirovan ne guncaw e.
Lê belê li Faşir a dibin dorpêçê de ‘ambaz’ ji ber xelaya xwarinê û nebûna alîkariyan ji bo mirovan bûye danek yê bêçaretiyê. Ruxmê ku gel dizane ew nayê xwarin, wek bijarteyek di navbera jiyan û mirinê de neçar dibin hur bikin bi av an jî xwê têkel dikin û dixwin.