Li Sûdanê binpêkirinên mafên mirovî zêde dibin

Şer û pevçûnên li Sûdanê her diçe dijwartir dibin. Tora Bijîşkên Sûdanê 6’ê Mijdarê, ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn Nexweşxaneya Perwerdeyê ya El-Dilling a li parêzgeha Başûrê Kurdufanê bombebaran kirine.

Navenda Nûçeyan – Rewşa mirovî li Sûdanê di nav pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de her diçe xirabtir dibe. Ev yek êşa sivîlan li seranserê welat zêde dike. Bi milyonan Sûdanî bi xetera birçîbûn û nexweşiyan re rû bi rû ne, di heman demê de derdorên navneteweyî hişyarî didin ku karesateke mirovî ya nêz jiyana bi milyonan kesan tehdît dike.

Tora Bijîşkên Sûdanê 6’ê Mijdarê, ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn Nexweşxaneya Perwerdeyê ya El-Dilling li parêzgeha Başûrê Kurdufanê bombebaran kirine. Li gorî daxuyaniyê, şeş kesên ku yek ji wan zarok bû, hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne. Torê êrîş wekî "sûcek din ku li tomarên binpêkirinên hovane yên li dijî sivîlan zêde dike" bi nav kir.

Tora her wiha diyar kir ku bajarê El-Dilling rastî bombebarana topxaneyê ya dijwar hatiye ku rasterast deverên niştecihbûnê û navendên tenduristiyê hedef girtine û hat tekezkirin ku ev bombebaran "sûcê şer e û bi zanebûn sivîl û navendên tenduristiyê hatine hedefgirtin. Torê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van binpêkirinan bi lez belge bikin û alîkariya tibî û mirovî bidin birîndaran û kesên di bin dorpêçê de di şert û mercên trajîk de dijîn.

‘Di êrîşê de gelek kes bi giranî birîndar bûn’

Sendîkaya Doktorên Sûdanê her wiha topbarana bêserûber a Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li ser bajarê El-Dilling bi tundî şermezar kir. Sendîkayê ragihand ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne, di nav de kesên ku rewşa wan krîtîk e û mudaxeleya lezgîn û emeliyatê hewce dike hene.

Sendîkayê her wiha ragihand ku topbaranê beşa tîrêjên X û wênekêşiya bijîşkî ya Nexweşxaneya Perwerdeyê ya El-Dilling wêran kiriye û bûye sedema girtina yek ji girîngtirîn navendên tenduristiyê yên herêmê. Her wiha destnîşan kir ku kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî li bajêr krîtîk e û krîza mirovî roj bi roj xirabtir dibe.

Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî li ser xetera belavbûna nexweşî û epîdemiyan li kampên koçberan ên li Sûdanê da û diyar kir ku kêmbûna xwarinê belavbûna van nexweşiyan leztir dike û tenduristiya bi milyonan kesan tehdît dike.

Bi milyonan kes birçî û koçber in

Li gorî texmînan nêzî 21 milyon kes li Sûdanê ji xwarinê bêpar in di heman demê de, zêdetirî 20 milyon Sûdanî hewcedarên alîkariya tenduristiyê ya lezgîn in. Belavbûna nexweşiyên xeternak ên wekî kolerayê û taya dengûyê karesateke mirovî ya berfireh nîşan dide û jiyana bi milyonan kesan tehdît dike.

Hejmara kesên ku ji welatê xwe koçber bûne bi qasî 11.5 milyon tê texmînkirin. Zêdetirî 4 milyon Sûdanî neçar mane birevin welatên cîran. Ev yek bi tevahî nêzî 21 milyon kesan hewceyê piştgiriya lezgîn ji civaka navneteweyî dike.  Mirov di rewşa xirabûna rewşa mirovî de ji bo jiyanê têdikoşin.