Li Sûdanê binpêkirinên li dijî xebatkarên tenduristiyê zêde dibe
Binpêkirinên li dijî xebatkarên tenduristiyê ya li bajarê El-Faşêrê ya parêzgeha Darfura Bakur a Sûdanê, piştî bi destxistina kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn, zêdetir bû. Herî kêm 6 xebatkarên tenduristiyê hatin revandin.
Sûdan – Binpêkirinên li dijî xebatkarên tenduristiyê ya li bajarê El-Faşêrê ya parêzgeha Darfura Bakur a Sûdanê, piştî bi destxistina kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn, zêdetir dibe. Di rojên dawî de hejmarek zêde xebatkarên tenduristiyê hatin revandin. Tora Bîjîşkên Sûdanê, ji rêxistinên navneteweyî re bangek lezgîn kir û daxwaza kir ku xebatkarên tenduristiyê yên hatine revandin bên berdan û kesên berpirsyar bên darizandin.
Xebatkarên tenduristiyê hatin revandin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, di daxuyaniya xwe de banga pêkanîna zextê ya li dijî Hêzên Piştgiriya Lezgîn kir. Torê, daxwaz kir ku kesên berpirsiyarê vê sûc bê cezakirin û destnîşan kir ku bûyer binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ne. Li gorî daxuyaniya torê, li bajarê El-Faşêrê yekîneyek girêdayî Hêza Piştgiriya Lezgîn, yek jê bijîşk û yek jê dermansaz 6 xebatkarên tenduristiyê revandiye. Ev kesan di tevahiya dorpêçê de xizmeta nexweş û birîndaran dikirin. Hêzên Piştgiriya Lezgîn, ji bo berdana her bijîşkek ji malbatan 100 mîlyon lîreyên Sûdanê pere xwest.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi tevahî berpirsiyarê jiyan û ewlehiya xebatkarên tenduristiyê yên hatine revandin e û diyar kir ku bûyer sûcek rêxistinkirî ye ku pergala tenduristiyê ya mayî ya li Darfûrê hedef digre û armanc dike xebatkarên alîkariya mirovî bitirsîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hedefgirtina bijîşkan sûcek nayê efûkirin e û kiryarên revandin, binçavkirin û daxwazên fîdyeyê yên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li dijî karmendên bijîşkî, li dijî hemû qanûnên navneteweyî û mirovî yên parastina xebatkarên bîjîşkî yên li herêmên şer binpê dike.