Li Sûdanê bi kampanyaya ‘Ew li ku ne’ li aqubeta windayan tê pirsîn

Li Sûdana ku salek e şer berdewam dike, bi kampanyaya bi navê “Ew li ku ne” ya rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas û rojnamegeran dest pê kirine li aqubeta kesên ku winda bûne û her diçe hejmara wan zêde dibe tê pirsîn.

SALMA AL-RASHÎD

Sûdan – Pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê hêzên paramîlîter Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di Nîsana 2023’yan de dest pê kirine hê jî didomin. Ji ber şer ji 8,5 milyonî zêdetir mirov ji warê xwe bûne. Vê rewşa ku di warê derketina ji cih û warê xwe de krîza herî mezin a cîhanê ye; mirov ji ber krîzê û pirsgirêkên ewlehiyê berê xwe didin welatên cîran.

Li welatê ku ji 14 hezarî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane, ji derveyî tunebûna xurekê û ewlehiyê, krîza herî mezin windabûna mirovan e. Her roj bi hezaran malbat ji bo xizmên xwe yên winda serlêdan dikin. Saziyên civaka sivîl ji bo dîtina windayan dest bi kampanyaya bi navê “Ew li ku ne?” kir.

Parêzer Rania Adam got ku wan li ser banga Ofîsa Komîseriya Bilind weke Eniya Parêzerên ji bo Demokrasiyê dest bi kampanyayê kirine û da zanîn ku ew nûnertiya kampanyayê dike. Rania Adam, diyar kir ku bi kampanyayê, ew dixwazin piştgiriyê bidin rapora ku Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di meha Îlonê de pêşkêşî Lijneya Giştî bike.

‘Bi kampanyayê em hewl didin cihê windayan bibînin’

Rania Adam diyar kir ku di nava kampanyayê de ew li ser mercên jin û zarokan û tedbîrên ku hikumetê li dijî windakirina bi zorê girtine jî disekinin û bi bîr xist ku di sala 2021’ê de hikumeta Sûdanê konvansiyona ji bo parastina mirovan ji windabûna bi darê zorê îmze kiriye. Rania Adam ragihand ku Eniya Parêzerên ji bo Demokrasiyê, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan, Komeleya Maxdûrên Kesên bi Zorê Hatine Windakirin a Sûdanê, Platforma Medyaya Dîjîtal a Sûdanê, Însiyatîfa Windayan, Tora Qîrînê, Însiyatîfa ji Zilma li ser Jinan re Na û Tora Rojnamegeran û hwd. tevli kampanyayê bûne. Rania Adam wiha got: “Ji bo em mijara kesên windabûyî bizanibin, bûyerên di binçavan de hatine jiyîn hîn bibin, hewl didin cihê kesên winda bibînin. Windakirina bi zorê di zagonên neteweyî û navneteweyî de sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

‘Daneyên rast tune ne’

Rania Adam got ku li gorî daneyên Komeleya Mexdûrên Kesên bi Zorê Hatine Windakirin a Sûdanê; 95 ji wan jin, 50 ji wan zarok 990 kes winda ne û bal kişand ku van daneyan rast nîn in. Rania Adam, ev agahî dan:

“Malbat nikarin bigihîjin komeleyan. Ji ber vê jî daneyên rast tune ne. Kesên dikin rapor jî xwe nagihîjînin her malbatê. Têkiliya bi malbatên li herêmên bejahî zortir e. Înternet û telefon nakişînin. Biştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrişê eyaletê kirin, gelek belge hatin windakirin. Ev rapor jî di ser kesên ku xwe ji medyaya dîjîtal gihîştandin me hat amadekirin.”

‘Rayedarên ku lêpirsînê dimeşînin û kesên ku mirovan digrin heman in’

Parêzer Salwa Saeed jî diyar kir ku li ser kesên bi zorê hatine windakirin ji bo Sûdanê rewşeke nû nîn e û bal kişand ku di 30 salên dawî de hejmara windayan zêdetir bûye. Selwa Saeed diyar kir ku bi pevçûnên ku di Nîsana 2023’yan de dest pê kirine û hê didomin re hejmara kesên tên windakirin zêde bûye û hejmara rast a windayan di mercên heyî de ne pêkan e û bi gotinên: "Rayedarên ku lêpirsînê didomînin, heman kesên ku mirovan digrin in” nêzîkahiya hikumetê ya ji bo mijara windayan rexne kir.