Li Sûdanê bedena jinan bûye qada şer: Destdirêjî, kurtaj û dorpêça giran

Şerê dijwar ê li herêmên Kordofanê yên Bakur û Rojava yên Sûdanê tecawiza komî û binpêkirinên mafên mirovan ên cidî li dijî jinan derxistiye holê.

Sûdan – Hêza Piştgiriya Lezgîn (RSF) piştî ku bajarê Bara cara duyemîn girt, êrîşên tolhildanê dest pê kirin. Piştî van pêşketinan, artêşa Sûdanê di destpêka vê hefteyê de li Bakurê Kordofanê operasyonek leşkerî da destpêkirin û navçeyên Kazgil û Umm Dam Haj bi dest xist. Artêş her wiha ber bi Bara û Umm Siyala ve pêş ket lê piştî şerên dijwar neçar ma ku ji van deveran vekişe.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Demkî ya Sendîkaya Doktorên Sûdanê ragihand ku li Bara ya Kordofana Bakur û Babnusa ya Kordofana Rojava bi sedan sivîl hatine kuştin, her wiha 57 jin rastî tecawizê hatine û ji bo nexweşxaneya bajarê El-Ubeyd hatine veguhastin.

Doktorên Bêsînor berpirsiyariya dermankirina jin û keçan girtiye ser xwe û protokolên pêwîst ji bo rewşa wan bicîh aniye. Rêxistinê her wiha ragihand ku çar pitikên ku ji ber tecawizê ji dayik bûne li Nexweşxaneya An-Nu ya li eyaleta Xartûmê ji dayik bûne.

Li gorî daxuyaniyê, 48 kurtaj ji ber ducaniyên ji ber tecawizê hatine kirin; 12 ji van li Nexweşxaneya An-Nu li Xartûmê û 36 jî li Nexweşxaneya Şendî li Eyaleta Çemê Nîlê di navbera dawiya sala 2023 û destpêka 2024’an de hatine kirin. Hejmara sivîlên ku li herêma Bara mirine gihîştiye 420 û li Babnusayê jî gihîştiye 147’an.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji Çileya 2024’an vir ve Babnusayê ji her alî ve dorpêç kirine. Herêm sê caran bi giranî hatiye êrîşkirin, ya dawî bi qasî 10 roj berê bû û hîn jî berdewam dike.