Li Sûdanê 348 kesan ji kolerayê jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tendirustiyê ya Sûdanê, ragihand ku li welat ji ber kolerayê 348 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdana ku şerê navxweyî lê didome, ji ber nexweşiya kolerayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûdanê li ser şewba li welat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şewba kolerayê li 9 bajarên welat belav bûye û hejmara bûyeran bûye 11 hezar û 79. Her wiha hat diyarkirin ku hejmara kesên ji kolerayê jiyana xwe ji dest dane bûye 348.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li 5 eyaletên din ên welat jî gumana nexweşiya dang heye û hat diyarkirin ku 2 kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li Sûdanê ji meha Hezîranê ve heta niha, ji ber baran û lehiyê, kolera belav dibe. Rayedaran li welat di 12’ê Tebaxa 2024’an de kolerayê weke şewb îlan kirin. Tê diyarkirin ku li welat ji ber şer û pevçûnan, pergala tendirustiyê nikare bixebite û loma jî şewq bi lezgînî belav dibe.