Li Sistan û Belucistanê herî kêm 550 kes hatin binçavkirin

Di dema xwepêşandanên belavî seranserê Îranê bûyî de, li Zahîdan, Çabahar û Îranşehrê jin, zarok, xwendekar û esnaf di nav de, bi sedan kes ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyê Rêxistinên Mafê Mirovan ên Îranê, yekîneyên ewlehiyê yên Îranê di rojên dawî de, li bajarên wek Zahîdan, Çabahar û Îranşehrê yên girêdayîn eyaleta Sistan û Belucistan, operasyonên berfireh ên binçavkirinê encamdane. Hate diyarkirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de, jin, zarok, xwendekar û esnaf hene.

Çavkaniyan diyar kir ku ji kesên hatine binçavkirin 320’ jê li Zahîdan, 230 li bajarên Çabhar û Îranşehrê hatine binçavkirin. Hate îfadekirin ku nasnameya hinek kesên li Çabahar û Îranşehrê hatin binçavkirin hatiye tesbîtkirin, di nava kesên hatin binçavkirin de hejmarek zêde ya ciwan û jin cih digrin.

Parêzvanên mafê mirovan, destnîşan kirin binçavkirin bi awayek girseyî û kêfî hatine pêkanîn, di dema operasyonan de hêzên ewlehiyê tundî bi karanîne. Hinek kesên hatine binçavkirin di encama derbê de bi fîzîkî birîndar bûne.

Xwepêşandan, di 28’ê Kanûna 2025’an de li Tahranê, bi çalakiyên protesto yên esnaf û esnafên bazaran destpê kir. Çalakiyên ku di demek kin de belavî bejarên din bû, bi beşdariya xwendekar û beşên cûda yên li giştî bajar bi bandor bû. Xwepêşandanên mijara gotinê, wek tevgera civakî ya herî mezin a salên dawî tê nirxandin.