Li Sistan-Belûcistanê di serdagirtina gund de agir bera malan dan

Di êrîşên Yekîneyên ewlehiya herêmî ya, di serdagirtina gundê Nasî yê girêdayî Zahidanê de, malên bi belgeyên fermî hatin rûxandin û şewitandin. Êrîş di navbera jin û zarokan de bû sedema tirs û fikaran.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Sistan û Belûcistanê ya Îranê êrîşa hêzên ewlehiya herêmî ya li ser gundê Nasî yê girêdayî Zahedanê, fikarên li ser binpêkirina mafên mulkiyetê yên welatiyên Belûc careke din anî rojevê. Hilweşandin û şewitandina malên ku belgeyên wan ên fermî hene, di navbera jin û zarokan de bû sedema tirs û fikarê, li ser mercên jiyana kesên li herêmê dijîn û ewlehiya wan xeterên mezin çêbûn.

Hêzên çekdar agir bela mala min dan’

Hêzên çekdar ên herêmî ku di bin fermandariya Muhammed Şahuzehî yê girêdayî Muhafizên Şoreşê ye, êrîşê gundê Nasî yê li herêma Hace Mask ê Zahedanê kirin. Van hêzan, riya ketina gund girtin, bendên kontrolê danîn û gule bera hewayê dan, di navbera jin û zarokan de bûn sedema tirs û fikaran. Raporên qadê û vîdyoyên ku hatin weşandin, nîşan didin ku êrîşkar malan hildiweşînin, agir bera hinek ji wan malan didin û li dijî şêniyên gundê şîdetê dikin. Di bûyereke ku hatiye belgekirin de ji şêniyên gund jineke extiyar, bi bedena xwe ya birîndar, wiha digot: “Hêzên çekdar agir bera mala min dan û hemû jiyana min tune kirin. Bi quntaxa tifingê li min dan û bi erdê ve kişandin, êdî tu cihekî lê bimînim tune ye.”

Bi awayê sîstematîk dest datînin ser mulkiyetan

Çavkaniyên herêmî balê dikşînin ku ax û mal hemû xwedî belgeyên mulkiyeta fermî ne lê tevî vê jî mulkên welatiyên belûc li dest wan tên girtin û diyar dikin ku ev perçeyek ji stratejiya pergalî ye. Di salên dawî de saziyên weke şaredarî û çavkaniyên daristanê, bi hinek ofîsên dewletê re hevkariyê kirin, dest danîn ser erdên li derdora Zahedanê; piştî rûxandina malên gelê cihî, van axan texsîsê koçber û komên mêtinkar kiribûn.

Navê kilît ê operasyonan

Fermandarê operasyonê Muhammed Şahuzehî, weke kesê kilîd ê îstîxbarat û ewlehiya herêma Sistan-Belucistanê tê zanîn û baregeha wî li herêma Kerîmabad a Zahedanê ye. Li gorî aktivîstên mafên mirovan ên Belûc, hêzên di bin fermana Şahuzehî de, piştî bûyerên “Îna bi xwîn” di pêşîgirtina çalakiyên gel, serdagirtinên şeve û zextên li ser welatiyan de roleke aktîf lîstine. Vê bûyerê, fikarên der barê binpêkirina mafên gelê cihî û texrîbkirina qadên jiyanê de zêdetir kir.