Li sînorê Nisêbînê 6 rojnameger hatin binçavkirin

Piştî meşa li Nisêbînê, polîsan êrişî girseyê kir û 6 rojnameger jî di nav de gelek kes binçav kir.

Mêrdîn- Li navçeya Nisêbînê ya bajaêr Mêrdînê, piştî meşek ji bo hevgirtinê bi Rojava re, girseyek mezin hewl da ku sînor derbas bike. 

Piştî wê polîsan êrîş kir û  gelek kes hatin binçavkirin. Polîs û cendermeyan li seranserê navçeyê rewşa awarte îlan kirine, gelek kolan girtine û rê li ber çûna herêma sînor girtine.

Di heman demê de, rojnameger Heval Onkol, Ferhat Akinci, Pelşîn Çetînkaya, Muhammet Alî Yilmaz, Kesîra Onel û Bariş Demîrcan jî hatin binçavkirin.