Li sînorê Mexrib û Ceutayê felaketa mirovî 61 koçber jiyana xwe ji dest da

Bajarê Ceutayê bi pêleke koçberiyê ya herî mezin a dîroka xwe re rûbirû ma; di nava pevçûn û zextên ewlehî de 61 koçberan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes di bin şert û mercên dijwar de sînor derbas kirin.

Navenda Nûçeyan – Pêla koçberan a nedîtî nîşan dide ku di rêvebirina deriyên sînor ên di navbera Mexrib û herêma Ceuta ya Spanyayê de di nava zextên ewlehî û mirovî yên zêde de, zehmetî zêde dibin. Ev yek lawaziya mekanîzmayên kontrolê û şiyana rayedaran a ji bo mijûlbûna bi guhertinên ji nişka ve di herikîna trafîkê de nîşan dide.

Tîmên ewlehî û rizgarkirinê berdewam dikin, cenazeyan ji perava Tarajal nêzî sînorê di navbera Mexrib û Ceutayê de, derxin. Ji ber ku hejmara qurbaniyên hewldanên derbasbûna girseyî bo herêma Ceuta ya Spanyayê zêde dibe. Dezgehên medyayê ragihandin ku operasyonên rizgarkirinê bi gelek birîndaran re di nava koçberên ku hewl dan bi riya deryayê bigihîjin Ceutayê de hevdem bûn.

Bajarê Ceutê bi pêleke mezin ê koçberiyê re rûbirû maye

Serokê hikûmeta Ceuta diyar kir ku di du rojên borî de bajar rastî pêla koçberiyê ya ku heta niha nehatiye dîtin hat, nêzî 60 hezar kesan hatiye ku ev yek ji mezintirîn pêlên koçberiyê ye hatiye dîtin. Di heman demê de dezgehên medyayê ragihandin ku zêdetirî 48 hezar koçber vegeriyane aliyê Mexribê. Her wiha rêxistinên civaka sivîl jî lêgerîna windayan û lêkolîna bûyerê berdewam dikin.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 61'ê

Raporên medyayê nîşan didin ku hejmara miriyên koçberan gihîştiye 61 kesan, di heman demê de çavkaniyek di polîsên Spanyayê de piştrast kir ku 34 ji wan dema hewl didan bi riya deryayê derbas bibin mirine. Çavkaniyê zêde kir ku pêla koçberan heta sibeha înê berdewam kiriye û piraniya kesên ku hatine ciwan bûn.

Dîmenên ji derdora Fnideqê hewldanên berfireh ên derbaskirina sînor nîşan didin ku bi pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê yên Mexribî û bi sedan kesan, di şewata otobus û wesayîdan de û bikaranîna topên avê ji bo belavkirina girseyê ve hatine nîşandan.

Bi hezaran ciwanan berê xwe dan riya koçberiyê

Bi hezaran ciwanan şeva pêncşemê li nêzî riya ku ber bi deriyê sînor ê Bab Sebta ve diçe kom bûn, di heman demê de hêzên ewlehiyê ji bo pêşîgirtina li nêzikbûna wan a ber bi deriyê sînor ve hatin bicihkirin. Ev hewldana herî mezin a êrîşkirina ser enklava Spanyayê ji sala 2021'ê vir ve tê hesibandin, dema ku nêzî 10 hezar koçber di nava aloziyên dîplomatîk ên di navbera Rabat û Madrîdê de gihîştin wir.