Li Silêmaniyê çalakiyek ji bo zarokên nexweşiya penceşêrê hat lidarxistin
Rêxistina Tenduristiya Kurdistanê bi hevkariya Nexweşxaneya Hîwa li Silêmaniyê, bi boneya roja cîhanî ya zarokan, ji bo kêfxweşkirina zarokên nexweşiya penceşêrê, rêzeçalakiyên psîkolojîk û belavkirina diyariyan lidar xist.
Silêmanî – Her sal di 1’ê Hezîranê de, roja cîhanî ya zarokan li seranserî cîhanê û Herêma Kurdistanê tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de, rêxistinên mirovî û tenduristiyê tekezî li ser piştgiriya psîkolojîk a zarokên nexweşiyên kronîk dikin. Nexweşxaneya Hîwa ya taybet ji bo dermankirina penceşêrê li Silêmaniyê, yek ji navendên sereke ye ku ligel dermankirina bijîşkî, girîngiyek taybet dide rewşa derûnî ya nexweşan, bi taybet zarokan. Li gorî daneyên bijîşkî îspat dikin ku bilindbûna moralê nexweşan ji bandora dermanan zêde tire.
‘Me xwest vê rojê bi zarokên Nexweşxaneya Hîwa re pîroz bikin’
Rêvebera Rêxistina Tenduristiyê ya Kurdistanê Xoşî Şiwan wiha got: “Îro, bi boneya roja zarokan a cîhanê, me xwest vê rojê bi zarokên Nexweşxaneya Hîwa re pîroz bikin. Ev zarok pêwîstiya wan bi rewşek derûnî ya cuda hene. Dayîna her diyariyekê û kenekê li ser lêvên wan, ji bo pêşeroja wan hêz û hêvî ye û çalakiyên me cûrbecûr in; ji aliyê komek ciwan ve cilên karekterên zarokan hatine çêkirin da ku dilê wan xweş bibe. Gelek diyariyên cûrbecûr hatine belavkirin û firavînek ji hêla çend cihan ve hatiye organîze kirin.”
Xoşî Şiwan li ser vê mijarê wiha behsa ezmûna xwe kir û got: “Ez bi xwe berê bi nexweşiya penceşêrê ketibûm û min xemgînî û êşa wan jiyaye. Mîna wan, her ken, destdan û hembêzkirin dikare ruhekî zindî ji van zarokan re veke.
‘Rewşa wan a derûnî qasî hinek dermanan girînge’
Dayîka zarokek a nexweşiya penceşêrê Tavga Salar wiha got: “Rewşa derûniya van zarokan ji ya zarokên din cudatire. Rewşa wan a derûnî qasî hinek dermanan girînge. Ji ber vê yekê divê ev cûrên çalakiyan hertim werin li darxistin da ku xemgînî û êşa wan ji bîra wan biçe. Nexweşxaneya Hiwa bi berdewamî alîkariya zarokên nexwşên penceşêrê dike û carinan serdana wan dike û diyariyan li wan belav dike.”