Li Silêmanî pêşangeha şêwekarî
Bi mebesta teşwîqkirina hunerê, Rêxistina Fadiya ya Çand û Hunerê ji bo 50 hunermendên Kurd û Ereb ku 30 ji wan jinin, li bajarê Silêmaniyê şeşemîn pêşangeha hunerî vekir.

Navenda Nûçeyan – Li Hola Muzexaneya Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Fadiya ya Rewşenbîrî û Hunerî, pêşangehek ji bo 50 hunermendên Kurd û Ereb hate lidarxistin.
Ev şeşemîn pêşangeha şêwekarî ya Rêxistina Fadiya ya Rewşenbîrî û Hunerî ye li bajarê Silêmanî di veke ku 50 şêwekar têde beşdar bûne û 30 ji wan jinin.
Rêxistina Fadiya, rêxistineke çandî û hunerî ye ku salane pêşangehên hunerî ji bo hunermendên Iraq û derveyî Iraqê li dar dixe. Armanc ewe ku hunermendan teşwîqî berdewamkirina karên hunerî bikin.