Li Seyîdsadiq mirina bi guman a zaroka keç
Li gundê sînorê bajarokê Seyîdsadiq, zarokek keç a 16 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Li herêma Kurdistanê mirina jinan zêde dibe, malbat ji bo veşartina sûcan dibêjin xwe kuştiye.
Duh nîvro 9’ê Mijdarê, li gundê Tepereş ê girêdayî bajarokê Seyîdsadiq ê herêma Kurdistanê zarokek keç a 16 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan navê zarokê Lank Bûrhan e, xelkê gundê Tepereş ê girêdayî bajarokê Seyîdsadiq e.
Ji ber rêje zêde ya şewatê, piştî gihandine nexweşxaneya giştî ya Şehîd Şewket jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên ajansa me berhev kiriye, ji destpêka meha Îlonê heta destpêka meha Cotmehê li başûrê Kurdistanê 7 jin hatine kuştin, 1 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.