‘Li ser daxwaza welatekî din li dijî çapemeniya Kurd êrîş pêkhat’

Li gorî nûçeya li Belçîkayê, Serdozgeriya Federal diyar kir ku serdegirtin li ser daxwaza welatekî din a Ewropayê ku di mijara “fînansekirina terorê” de lêpirsîn dimeşîne pêkhat.

Navenda Nûçeyan- Duh şev li dijî studyoyên navenda nûçeyan a Stêrk TV û Medya Haber TV ya li Belçîkayê serdegirtina polîsan pêkhat. Polîsan di serdegirtinê de hewildan weşana televîzyonan bê rawestandin û hate hînbûn ku hin belge jî hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya malpera Belçîkayê ya Het Laatste Nieuws, Serdozgeriya Federal ragihand ku serdegirtin li ser daxwaza welatekî din a Ewropayê ku di mijara “fînansekirina terorê” de lêpirsîn dimeşîne pêkhat.