Li rojnamegerên hatin girtin lêgerîna tazî hat ferzkirin
Parêzer Eren Keskîn, ragihand ku rojnagerên ku di çalakiya ji bo Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin de hatin girtin, rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatine.
Navenda Nûçeyan- Hate zanîn ku rojnamegerên jin Gulistan Dursun, Pinar Gayip û Serpîl Unal di dema çalakiya ji bo Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hat li darxistin de piştî ku hatin binçavkirin û hatin girtin rastî lêgerîna tazî hatin.
Parêzer Eren Keskîn li girtîgeha Girtî ya Jinan ya Bakirkoyê ku rojnameger lê dimînin hevdîtin pêkanî, têkildarî tiştên hatî jiyin de li ser hesabê xwe ya medya dijîtal ragihand.
‘Di ketina girtîgehê de lêgeîrîna tazî hate kirin’
Eren Keskîn di parvekirina xwe de ev tişt got: “Hê daxuyanî nehat dayîn hatin binçavkirin, destpêkê ji 2911 hatin girtin û piştre jî sûcdarî vegerandin propagandeya rêxistinê. Gelek caran rastî tundiyê hatin, dibin çavan de bi saetan bi kelepçeya paş ve hatin girtin. Di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatin. Rewşa wan baş e. Gotin; girtina me ne giring e, qetilkirina Cîhan û Nazim di rojevê de mayîn giring e.”
Wê ji bo rojnamegeran daxuyanî bê dayîn
Komeleya Rojnamevanên Jin ya Mezopotamaya (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firat (DFG) li Stenbolê dema xwestin bi daxuyaniyekê qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar bikin polîsan êriş kir. Di êrişê de rojnameger hatin binçavkirin, 7 rojnameger bi îdeaya ‘propaganda’ hatin girtin. Têkildarî rojnamegerên hatin girtin MKG û DFG wê sibe li şaxa Stenbol di saet 13:00’an de daxuyaniya çepemeniyê bidin.