Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê- 4
Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de sal û nîv e didomin û ji ber şer û pevçûnan, Sûdan di nava şerekî kûr ê navxweyî de maye.
AYA ÎBRAHÎM
Sûdan- Pevçûnên ku di sala 2023’an de li Sûdanê di navbera hikumet û Hêzên Piştgiruya Lezgîn de derketin, jin û zarokan di rewşeke dijwar de hiştin. Zêdebuna tundiyê li seranserê welat bûye sedem ku jin di warê ewlehiyê de metirsiyek pir zêde bijîn. Jin bi taybetî li herêmên pevçûnan rastî gefên tundiya zayendî, tacîz û revandinê hatin.
Di nava bi milyonan mirovên ku ji ber pevçûnên li Sûdanê ji cih û warên xwe bûne de, jin di gihandina pêdiviyên bingehîn ên li kampên penaberan, rastî zehmetiyên mezin tên. Pêdiviyên bingehîn weke av, xwarin, xizmetên tenduristiyê gelek caran têr nakin, ev jî dibe sedem ku şert û mercên jiyanê ji bo jinan zehmet bibin.
Tundiya li ser bingeha cudakariya zayendî
Di nava kaosa şer de, êrişên zayendî û tacîz zêde bûne. Bi taybetî li herêmên di bin kontrola komên paramîlîter de, tundiya zayendî ya li dijî jinan weke taktîkek şer tê bikaranîn. Di nava şer de belavbûna tundiya zayendî ya li dijî jinan, gelek caran ji hela parêzvanên mafên mirovan ve tê raporkirin. Tundiya nava malê jî ji ber qeyrana aborî zêdetir belav bûye. Dema ku jin di malbatê de bi bêkarî û zehmetiyên aborî yên mêr re têdikoşin, rastî tundiya nava malê tên.
Zehmetiyên aborî û civakî
Krîza aborî, gihandina debara jiyana jinan zehmetir kiriye, kêmbûna xebatên çandinî û bazirganî yên ji ber şer bû sedem ku rêjeya bêkariyê zede bibe. Jin ji ber van şert û mercên dijwar ên aborî bi xetera xizaniyê re rûbirû ne.
Ji ber ku rêjeya jinên dixebitin li Sûdanê kêm e, di qezenckirina aboriya serbixwe de zehmetiyan dikşînin. Her wiha gelek jin ji ber zehmetiyên aborî, nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê û ev jî dibe sedem ku rê li ber zêdebuna newekheviya zayendî vebe.
Têkoşîna ji bo mafên jinan û wekheviya zayendî
Parêzvanên mafên jinan ên Sûdanê, ji bo wekheviya zayendî û gihandina jinan a perwerde û tendirustiyê têkoşîna xwe didomînin. Rêxistin û aktivîstên jinan ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser bingeha zayendî û parastina mafên jinan kampanyayên cuda organîze dikin.
Lê belê rewşa bi pevçûn, têkoşînê zehmet dike. Parêzvanên mafên jinan, bi taybetî ji aliyê hikumet û komên paramîlîter ve rastî zext û gefan tên.
Çeteleya tundiya li dijî jinên Sûdanê
Li Sûdanê tevî ku daneyek asta herî berfireh a tundiya li dijî jinan nîşan dide tune ye jî Neteweyên Yekbûyî (NY) rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, tomar dikin ku bûyerên tundiya zayendî û fizîkî ya li diji jinan zêde dibe.
Weke mînak, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kirin ku di dema pevçûnên li Sûdanê de jin gelek caran rastî tundiya zayendî û revandinê hatine. Piraniya bûyerên destdirêjiya zayendî û şîdeta li ser bingeha zayendî ku di sala 2023’an de hatine raporkirin li herêmên pevçûnan rûdane.
Jinên Sûdanê di salên dawî de bi têkoşîna xwe li dijî tundî, xizanî û cudakariyê hewldan jiyana xwe bidomînin. Lê tevî van hemû zehmetiyan jî parêzvanên mafên jinan û ativîstên Sûdanê, dev ji têkoşîna aştî, wekheviya zayendî û mafên mirovan bernadin. Hêvîdar in bi piştevaniya civaka navneteweyî û hevgirtina jinên Sûdanê ev têkoşîn encam bide û jin bigihîjin mafên xwe yên jiyana bi ewle û azad.
Tundiya ji zaroktî ve
Tevî ku wezareta Wekheviyê ya Sûdanê zagonek derxistibû sinetkirina keçan weke sûc dîtibû jî lê belê heta niha gelek malbat hene bi taybet li gundan zarokên xwe yên keç sinet dikin.
Zagon di Tîrmeha sala 2020’an de derket û kesên sûcdar 3 salan dikeve zindanê û pereyan jî dide heta eger bijîşk bi xwe be.
Zagonên heyî li bijîşkan qedexe dikin sinetkirina keçan were kirin. Tevî wê jî ev diyarde ranewestiyaye. Gelek bijîşk bi dizî jî vî karî dikin.
Sinetkirin gelek ziraran bi xwe re tîne. Di nav de gelek rewşên mirinê di nav dayîkên bi zaroktî hatine sinetkirin hene. Her wiha gelek jin nikarin normal biwelidin ji ber wê neçar dimînin emeliyat bibin.
Bi her awayî têkoşîn
Seroka insiyatîfa "Na ji hêrskirina jinan re" Emîre Osman Hamid got: "Jin dikare careke din jiyanê nû bike tevî ku li hember gelek binpêkirinan jî maye. Sûdan di krîzeke mirovî dijwar de ye. Mirov nikare bêje saziyên jinan dê hewil bidin vê rastiyê pêş bixin lê belê kedeke mezin didin û bi dirûşmeya "na ji şer re" dengê xwe bilind dikin."
Derbarê serjimariyên tundiya li dijî jinan ji dema şer li welat destpêkiriye diyar kir ku ew nikarin serjimariyên rast bidest bixin ji ber kiryar li herêmên bi nakok tên veşartin û ew nikarin xwe bighînin kiryaran. Her wiha anî ziman ku nakokiyên heyî li ser bedena jinan tên kirin û rewş weke "êşeke dîrokî" binav kir.
Emîra Osman Hamid teqez kir ku ew karê xwe berdewam dikin û dengê xwe bilind dikin tevî ku rewş gelekî xirab e jî û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em nikarin berpirsyariyên xwe bavêjin em ê her tişta ji destê me were bikin. Hêvî dikin salên li pêşiya me tundiya li dijî jinan raweste."
Ji ber tecawizê, xwekuştin
Alîkara Endama Tevgera Jinan Mewede Babekir jî li dijî şer e û dibêje: "Beşên herî zêde ziraran ji şer dibîne jin in ji ber wê mijar hîn xirabtir e. Jin herdem rastî tecawizê tên û bi taybet derbasî malan dibin ji bo li jinan bi taybet bigerin. Zêdetirî 120 jinan li herêma El Serîhe li Eyaleta Cizîrê ya di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ne hewil dane xwe bikujin û hin ji wan jî bi sedema tecawizê xwe kuştine. Hejmara jinên li herêmên koçberiyê dimînin di xwedîkirina zarokên xwe de zehmetiyan dibînin. Jin riyên dirêj dimeşin ji bo bighêjin herêmên bi ewle. Divê yekser piştgiriya derûnî ji jinan re were peydakirin."
Bi hincetên derew ji mala wê qewitandin
Emîne El Nûr jî çîroka koçberiya xwe ji paytexta Xertûm ber bi eyaletên ewle ve vedibêje: "Hêzên Piştgiriya Lezgîn ez ji mala min qewitandin piştî ku yek ji cîranên me ji wan re gotibûn hevjînê min bi artêşa Sûdanê re kar dike. Ez bi herdu keçên xwe re derketim û ji wê demê ve ez azaran dikşînim. Li navenda stargehê dimînim û li ser erdê radikevim. Tişta em pê debara xwe bikin tune ye. Rewşa min a tenduristî jî nebaş e."
Seroka Yekîtiya hikûmeta Sûdanê ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan Suleyma Ishaq got: "Rewşên giştî yên li cem me tomarkirî ne 136 rewşên tundiya cinsî ne lê belê gelek rewşên ne belgekirî hene ji ber riya gilî zehmet e û peywendî qutkirî ne yan jî rewşa ewlehiyê bi xwe nebaş e. Piraniya rewşan jî dibe ku negihêjin cihên tenduristiyê."
Her wiha X.A jineke ji mala xwe li Rojhilatê Nîlê li paytexta Xertûmê bi 2 lawên xwe re dimîne derneketiye û nexwest navê xwe bide got: "Ez di rewşeke pir xirab de dijîm. Bi taybet gelek jinên li heman herêma min rûbirûyî tundiyê hatin. Herêma ez lê dimînim Hêzên Piştgiriya Lezgîn kontrol dikin. Gelek bûyerên tundiyê bi cîranên min re jî çêbûn. Gelek ji jinan di mala xwe de hatin kuştin. Gelek ji wan hatin revandin û çarenûsa wan ne diyar e. Ez newêrim ji mala xwe derkevim ji ber li ser jiyana xwe ditirsim."