Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Mexmûr

Jinên wargeha Mexmûrê yên 30 sal in bi rêxistinbûn, têkoşîn û berxwedaniya xwe li dijî êrişên mêr-dewletê têdikoşin, bi gotina ‘Jin hene û wê hebin’, bi bîrdoziya rizgariya jinan û gelan di hemû qadên jiyanê de cih digrin.

Jinên Mexmûrê rola pêşengiyê dilîzin û li dijî feraseta serwer a mêr têdikoşin

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Jin û jinên ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê yên ku bi salan e rastî her cure êrişan tên, bi pêkanîna pergala hevserokatiyê ya li hemû meclis, sazî û komînên wargehê û bi cihgirtina xwe ya di hemû qadên jiyanê yên civakî, siyasî, aborî, dîplomasî, perwerde, tenduristî û parastinê de, bi têkoşîna li ser esasê bîrdoziya rizgariya jinan û gelan li dijî feraseta serdest a mêr-dewletê têdikoşin.

Gelê Mexmûrê yên di salên 90’î de piştî guhertina 7 waran berê xwe dan Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ango Mexmûrê, di vê rêwîtiyê de rastî gelek êrişan hatin û gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan. Di vê rêwîtiya penaberiyê de yên ku herî zêde ji êrişan bi bandor bûn jin û zarok bûn. Jinên ku barê herî giran ê penaberiyê girtin ser milên xwe, hem ji bo malbatên xwe, hem jî civaka xwe bûn hêza jiyanê. Jin hem rastî êriş, ambargo, rêgirî, birçîbûn û tîbûnê hatin, hem jî rastî şerê taybet ê dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê tên. Jinên wargehê pêşengiya civaka xwe kirin û tevî hemû zor û zehmetiyan jî jiyana nû afirandin, malan çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin.

Êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û Iraqê

Gelê ku 30 sal in di rêwîtiya penaberiyê de têkoşîna jiyanê didonînin, bi gelek êrişên fizîkî û derûnî re rû bi rû man. Gelê wargeha Mexmûrê bi taybetî ji sala 2017’an ve bi dehan caran bi riya balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk rastî êrişan hatin û tenê di nava salekê de 2 caran rastî êrişên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê hatin. Di van her du êrişan de 3 jin birîndar bûn û gelek zarokên wargehê ji êrişan bi bandor bûn. Her wiha rojane balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser wargehê digerin. Ambargoya ku dewleta Tirk û PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de danîne ser wargehê, hê jî didome. Ev yek bandoreke mezin li ser jiyana jinên wargehê dike û bûye sedem ku jin aboriya xwe ya serbixwe bi dest nexin. Di encama vê ambargoya PDK’ê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk rojane li dijî jinan rêbazên şerê taybet dixe meriyetê

Dewleta Tirk a ku dixwaze wargeha Mexmûrê belav bike, ji bo pêkanîna vê yekê li dijî gelê wargehê bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê êriş, amborgo, dorpeç û polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Dewleta Tirk a ku nikare bi êriş, ambargo û dorpeçan bigihîje armanca xwe, rojane bi taybetî jinan û jinên ciwan li dijî gelê wargehê polîtîkayên xwe yên şerê taybet dixe meriyetê. Tundî, gef, tacîz û şerê taybet, polîtîkaya mêr-dewletê ku jin û jinên ciwan ên wargehê rast tên, bandoreke zêde li ser jiyana wan dike. Bi taybetî jin û ciwanên wargehê bi riya medyaya dîjîtal rastî gefan tên û hewl tê dayîn ciwanên wargehê bixin nava sixuriyê. Têkoşîna jinan a li dijî şerê taybet didome.

Rola pêşengiyê dilîzin û li dijî feraseta serdest a mêr têdikoşin

Jinên wargehê felsefeya jiyana azad, avakirina jin û mêrên azad û avakirina wekheviya zayendî mîna pergalek pêk tînin. Her wiha di asta pergala hevserokatî û avakirina siyasetmedarên jin ên nûnertiya civakê dikin de di nava tevahî meclis, sazî û komînên wargehê pêk tê. Di sala 2007’an de jin û gelê wargeha Mexmûrê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi xwe rêvebirinê kirin.

Jin û jinên ciwan ên wargehê yên bi salan e di bin sîwana Meclisa Îştar xwe bi rêxistin dikin û di hemû meclîs, sazî û komînên wargehê de pergala hevserokatiyê pêktînin, di hemû qadên jiyanê yên wekî civakî, siyasî, aborî, dîplomasî, perwerde, tendurîstî û parastinê de cih digrin. Jin û jinên ciwan ên wargehê di nava salekî de bi têkoşîneke li ser esasê bîrdoziya rizgariya jin û gelan li dijî tevahî êriş, tundî û şerê taybet ên feraseta serdest a mêr têdikoşiyan.

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê Songul Guler ku bi salan e ji bo birêxistinkirina jinan têdikoşe, têkildarî têkoşîna jinan a li dijî tundiyê axivî.

‘Bi zanebûn bêçarehiştin û mehkûmkirina mirovan tundiya herî mezin e’

Songul Guler, diyar kir ku gelek cureyên tundiyê hene û wiha axivî: “Kesên zordar û desthilatdar li kesên ku ji xwe qelstir dibînin tundiyê dikin. Gelek cureyên tundiyê hene; tundiya fizîkî, derûnî, zayendî, aborî, siyasî û hwd. Destdirêjiya li ser mafê jiyanê yê mirovan tundî ye. Bi zanebûn bêçarehiştin, mehkûmkirin tundiya herî mezin e. Bi kurtasî hemû cureyên koletiyê tundî ye. Ev yek di nava şaristaniyê de wek bîrdozî û polîtîkayek li dijî jinan tê meşandin. Ji bo ku jin di bin serweriya pergal, desthilardar û mêr de bimînin, ji gelek aliyan ve tundî li wan tê kirin. Yekane armanca tundiya li dijî jinan bêîradekirin û bêrêxistinhiştina jinan e. Di salên dawî de herî zêde tundiya leşkerî û şer tê bikaranîn. Yên ku herî zêde di şer de rastî tundiyê tên û tên qetilkirin jin û zarok in. Pergal bi destên jinan li dijî jinan tundiyê dike.”

‘Pêwist e jin mekanîzmaya xweparastinê xurt bikin û xwe birêxistin bikin’

Songul Guler bi gotina; “Divê jin tundiya ku bi destên mêr-dewletê dibînin, weke qeder nebînin” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin tundiya li dijî xwe û li dijî jinên din weke qeder dibînin. Ev xetera herî mezin e. Mafê tu zindiyek nîn e li hemberî zindiyeke din tundiyê bike. Her zindî xwedî mekanîzmaya xweparastinê ye. Pêwist e jin parastina xwe ya cewherî xurt bikin û xwe birêxistin bikin. Îro li hemû qadên jiyanê jin rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Bi taybetî jinên pêşengiya jinan û civakê dikin, tên hedefgirtin. Lewma divê em wek jin rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi paradîgmaya Rêber Apo têbikoşin. Ger em jin hemû bibin yek û xwe birêxistin bikin em ê bikaribîn desthilatdariya mêr-dewletê hilweşînin.”