Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Efganistan

Jinên Efganistanê, tevî zextên rêveberiya Talîbanê yên qedexe, îşkence û qetilkirinê bûn pêşengên têkoşînê.

Wê qedexe bi têkoşîna jinên Efganistanê hilweşin

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Dîroka Efganistanê bi têkoşîna jinan dagirtî ye. Dayik bi gotinên: “Di jiyana xwe de me şertên herî zehmet dîtine û em destûr nadin zarokên me yên keç jî qederek weke ya me bijîn” kevneşopiyên xwe yên têkoşînê didin zarokên xwe yên keç.

Talîbanê bi destxistina rêveberiya Efganistanê re bi taybet li dijî jinan rojane pêkanînên ku jiyanê zehmet dike dixe meriyetê. Li Efganistanê di nava sê salên dawî de 130 jê jin, 715 kes ji aliyê Talîbanê ve li ber çavên bi sedan kesan li cihên vekirî hatin qamçîkirin. Di 6 mehên destpêka 2024’an de 22 jin bi navê ‘namûsê’ hatin qamçîkirin.

Hejmar ji daneyên hatine ragihandin zêdetir in

Di raporeke ku ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ve hatiye weşandin de, hat diyarkirin ku li Efganistanê her roj 24 jin û 167 zarok ji ber ku nikarin derman bibin jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de di bin rêveberiya Talîbanê de 310 navendên tendirustiyê hatin girtin. Jinên ku li girtîgehên Talîbanê tên girtin rastî tacîz, tecawiz û îşkenceyê tên. Tê texmînkirin ku herî kêm hezar jin û 900 zarok di girtîgehên Talîban de hene. Mirina 130 kesan bi guman e û li gorî rapora di ajansek din a xwecihî de hatiye parvekirin, di nava sê salên dawî de 130 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji vana 52 jê di şeş mehên destpêka 2024’an de qewimîn. Ev hejmar, tenê bûyerên ku di çapemeniyê de hatine weşandin nîşan dide. Tê texmînkirin ku hejmara rast ji vê gelek zêdetir e.

Bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

Li gorî raporeke din a ji aliyê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve li Efganistanê (UNAMA) hatiye weşandin, li Efganistanê zêdeyî 2 milyon kes madeyên hişbir bi kar tînin, ji sedî 35 ji wan jin in. Li dijî qedexekirina çalakiyan, li Efgansitanê tevî van hemû felaketan têkoşîna jinan didome. Her zagona ku Talîban li dijî jinan derdixe, rê li ber bertek û çalakiyên jinan vedike.

Li dijî qedexeyan çalakî zêde dibin

Herî dawî Wezareta Fermana Başî û Dilpakiyê dengê jinan weke ‘ewret’ nirxand. Ev biryar ji aliyê jinên Efganistanê ve rastî bertekek berfireh hat. Beriya çend rojan rayedareke wezaretê ragihand ku jinek gihîştî dema dengê jineke din ê gihiştî bibihîse jî herame. Lê belê li ser bertekên ku li dijî vê daxuyaniyê hatin nîşandan, wezîr neçar ma gav paşve baavêje.

Jinên Efganistanê ji bo pêşeroja xwe têdikoşin

Her çendî di gelek rewşan de Talîbanê hewl dabe jinan bi gefxwarin, destdirêjiya zayendî û tecawiza bi komî û bi kişandina vidyoyên wan bitepesîne jî jinên cesur ên Afganistanê vê gefê ji nedîtî ve tên û bi weşandina van vîdyoyan rûyê rastîn ê Talîbanê derxistin holê. Jinên Afganistanê polên veşartî yên ji bo perwerdeyê ava kirine, têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jinan didomînin.

Ev çalakî nîşan didin ku jin xwedî hişmedî û îradeyeke bi hêz in û tevî zextan jî ji bo mafên xwe û nifşên pêşerojê têdikoşin.