Li Rojhilata Navîn şer berxwedan û 25’ê Mijdarê: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi têkoşîna xwe, bi sazî û dezgehên xwe yên ku hebûna xwe lê şênber dikin her rojê veguherandin roja têkoşîna li dijî tundiya mêr û dewletê.
Jin her rojê vediguherînin roja têkoşîna li dijî tundiyê
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Navenda Nûçeyan – Şoreşa Jinan a di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêl da û ji tevahî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn cîhanê re bû hêvî, di 13’emîn sala xwe de bi têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr, êrişên dewleta Tirk û hêzên li dijî şoreşê li ser lingan e. Bi qasî ku jin di qada şoreşê de destkeftiyên mezin di qadên siyasî, leşkerî, dîplomasî, aborî û hwd. de bi dest xistin li dijî hişmendiya ku pêşengiya jinan qebûl nake û her cure tundiya mêr-dewletê yê li dijî şoreş û destkeftiyên jinan, têkoşînek mezin meşandin.
Jinan bi têkoşîna xwe ya nav salê de di bin sîwana rêxistinên xwe yê Konga Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi hêza parastina xwe YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jinan) bi sazî û dezgehên xwe yên hebûna xwe lê şênber dikin her rojê veguherandin roja têkoşîna li dijî tundiyê.
Têkoşîna jinan a 12 salan
Li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi navê Şoreşa Jinan tê nasîn, di 13’emîn salên şoreşê de jinan di gelek waran de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Jinên ku di qada leşkerî de hêza xwe di bin sîwana YPJ’ê de xurtir kirin û li dijî DAIŞ’ê, êrişên dij şoreşê ku bi aqila mêr- dewletê tê meşandin têkoşîneke dijwar dan, di qada civakî de jî li hemberî paşverûtiyan û hişmendiya mêr ê hê jî hebûna jinan qebûl nake di nav têkoşînekê dijwar de bûn. Jinan li ser bingehê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Modernîteya Demokratîk, bi pergala hevserokatiyê ya bingeha temsîliyeta hevbeş e û bi xebatên xwe yên demokratîzekirina malbatê di 12 salên şoreşê de xwe hê bêtir birêxistin kirin. Bi rê û rêbazên şerê taybet ê di serî de dewleta Tirk hêzên dijî şoreşê bi taybetî li dijî jinan meşandin, jin di nav berxwedanê de bûn.
Di bûyerên tundiyê de ji sedî 84 kêmbûn
Bi vê yekê re girêdayî li gorî daneyên ku me ji Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê girtiye di nav deh mehên destpêkê yên salê 10 de jin li seranserê Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine qetilkirin. Di amarên rêxistinê yê sala 2023’an de 25 jin hatine qetilkirin, ango di rêjeya qetilkirina jinan de li heremê ji sedî 60 kêmbûn xuya dike. Hejmara jinên ku di sala 2023’an de bi tundiyê re rû bi rû mane û serî li rêxistinê dane 579 e. Ev rêje dema ku daneyên 10 mehên destpêkê yên salê li ber çavan tê girtin bi kêmbûna ji sedî 84.46 daketiye 90’î.
Dewleta Tirk 10 jinan qetil kir 12 jinan birîndar kir
Di gel polîtîkayên şerê taybet ên di serî de dewleta Tirk, hêzên ku şoreşa bi pêşengiya jinan ji bo pergala xwe ya mêr dewletê weke xeterî dibînin di nav salê de ranewestiya, êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî jî di nav salê de ranewestiyan. Li gorî amarên ku me ji saziyên tendirustiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtine di êrişên dewleta Tirk ên li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de herî kêm 10 jin hatine qetilkirin û 12 jin jî birîndar bûn. Tenê bi topbarana dewleta Tirk a di 23’ê Cotmehê de li ser Şehbayê çêbû de, ji heman malbatê zarokek keç a 5 salî û jinek jiyana xwe ji dest dan, jinek jî birîndar bû.
Her çiqas di serî de Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan hinek saziyên navneteweyî têkildarî êrişan û hedefgirtina gel daxuyaniyên mîna “Ev êriş hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê dikin û divê weke sûcê şer bên nirxandin” dabin jî li dijî dewleta Tirk tu sepan û hesabpirsîn nehat kirin.
Rêgirî: Tenê ji ber qutbûna avê ji sedî 31, 01 nexweşî zêde bûn
Li dijî Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem ji aliyê PDK’ê yê li dijî destkeftiyên jinan ên li heremê şirîktiya dewleta Tirk dike, hem ji aliyê hikûmeta Şamê ve rêgirî û ambargoyek kûr tê meşandin. Ev rêgirî mîna tundiya aborî sîrayetî jinan dike û di warê tendirustiyê de jî herî zêde bandorê li jinan dike.
Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve pirsgirêkên mezin li heremê çêbûn. Li gorî daneyên Nexweşxaneya Gel a Hesekê ya di 19’ê Mijdarê de bi me re parve kirin, ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve qutkirina Ava Elok a tê herêmê, di sala 2023’an de 211 jê jin û hezar û 120 jê zarok bi giştî hezar û 448 kes nexweş ketine. Ji destpêka sala 2024’an heya 19’ê Mijdara ku me daneya ji nexweşxaneyê girt 395 jê jin, hezar û 342 jê zarok bi giştî hezar û 897 bûyerên nexweşiyê rû dane. Ev rêje li gorî par, zêde bûne bi rêjeya ji sedî 31,01 zêdebûna nexweşiyên ji ber sedemên qutbûna avê nîşan dide.
Li heremên dagirkirî 143 jin hatine qetilkirin revandin û birîndarkirin
Dewleta Tirk tevî komên çete yên girêdayî wî di sala 2018’an de Efrînê, di sala 2019’an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Piştî dagirkirina van herêman bi hezaran jin neçar man koçber bibin û li 16 kampên ku li herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin bi cih bûn. Ji roja dagirkirina van herêman heya niha li dijî jinên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mane bi sedan binpêkirin ketin raporan. Navenda Parastin û Lêkolîna Mafên Jinan a Sûriyeyê yên bi taybetî li ser rewşa jinan a li heremên dagirkirî lêkolîn dike der barê mijarê de amarên di destên xwe de bi me re parve kir.
Li daneyên ku navendê bi ajansa me re parve kir ji 2023’yan heya Cotmeha 2024’an li herêmên dagirkirî;
*50 jin hatine qetilkirin, 53 jin hatine revandin û 40 jin di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de birîndar bûne.
*20 zarok hatine qetilkirin, 28 zarok hatine revandin û 70 zarok di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de birîndar bûne.
*148 mêr hatine qetilkirin, 478 mêr hatine revandin û 97 mêr birîndar bûne.
Tundiya herî dijwar a sedsalê: Koçberî
Li gel rastiya Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê didome û ji ber şer û pevçûnan veguheriye navenda kampên koçberiyê, herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji vê rastiya ku rojane êrişên mêr-dewletê li ser didome para xwe girtiye. Ofîsa Karûbarên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser têkildarî 17 kampên li herêmê hejmara jinan çiqas e, agahiyan bi me re parve kir.
Li gorî vê yekê;
Li Kantona Cizîrê: Li Kampa Holê ku malbatên DAIŞ’ê lê ne 16 hezar û 710 jin, li Kampa Serêkaniyê 8 hezar û 530 jinên ji Serêkaniyê koçber bûne, li Kampa Arîşa 3 hezar û 2 jin, li Kampa Roj 849 jin, li Kampa Newroz hezar û 93 jin, li Kampa Waşûkanî 4 hezar û 290 jin dimînin.
Li Kantona Firatê: Li Kampa Mehmûdlî û Kampa Tulehî 7 hezar û 309 jin, li Kampa Girê Spî 3 hezar û 128 jin, li 2 Kampên Minbicê 2 hezar û 979 jin, li Kampa Ebû Xeşeb 3 hezar û 157 hene.
Li Kantona Efrîn-Şehbayê: Li Kampa Berxwedan hezar û 332 jin, li Kampa Serdem hezar û 732 jin li Kampa Efrîn 246 jin, li Kampa Şehbayê 261 jin, li Kampa Ewda 288 jin dimînin. Bi giştî hejmara jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li kampên Şehbayê bi cih bûne 3 hezar û 859 e.
Bi giştî ji van kampan li Kampa Holê ku malbatên DAIŞ’ê lê dimînin rewşa jinan ji ber metirsiya DAIŞ’ê û di nav jinan de rêxistinkirina jinên DAIŞ’î rewşa jinan metirsîdar e. Tenê di operasyona Ewlehiya Domdar a vê salê ji aliyê QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hindûr ve hat destpêkirin de 17 jinên DAIŞ’î yên zextê li jinan dikirin hat girtin û cenazeyê jinek a tê texmînkirin bi îşkenceyê hatiye qetilkirin hat dîtin.
Li kampên din ên ji ber êrişên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûne jin gelek pirsgirêkên jiyanî dijîn. Bi taybetî li kampên Şehbayê ku di milekî de rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye û li milê din jî hikûmeya Şamê rêgirî û ambargoyek dijwar li ser heremê dimeşîne jin nikarin xwe bigihînin pêdiviyên bingehîn ên jiyanî û her wiha xwe gihandina dermanên pêwist di warê tendirustî de.
Dengek ji kampên Şehbayê: Tundiya herî mezin qirkirin e
Me ji jinên ku ji Efrînê ji ber êrişan koçî Şehbayê bûne tundiyê pirsî. Hacer Miho ya 6 sal in ji ber êrişên dewleta Tirk û koçberiya bi darê zorê li kampên Şehbayê dimîne wiha axivî:
“Tundî ne tenê li ser jinan e. Em civaka Kurd in. Li ser hemû jiyana me tundî heye. Beriya ku me rêxistinê nas dikir tundiyek dijwar li ser hebûn û nasnameya jinan hebû. Lê me bi rêxistinkirina xwe vê yekê heya astekê derbas kir, em li dijî nenaskirina jinan têkoşiyan. Bi dagirkirina Efrînê me dît ku tundî li ser her tiştê tê meşandin. Li ser mirovan, li ser xwezaya Efrînê jî tundî hat meşandin. Destdirêjî li her tiştekî bû. Dema ku gelekî ji qirkirinê derbas dibe ev bi xwe tundiya herî mezin e.
Ji roja dagirkeriyê heya niha li ser jinan, li ser gelê ku li Efrînê ma bi îşkence, girtin û kuştinê tundiyek mezin heye. Em êdî dibêjin bes e ji vê tundiyê re. Bi şerê gel ê şoreşgerî ji bo dawîanîna li vê tundiyê çi ji destên me bê em ê bikin. Em vê rastiyê baş dizanin ku heya desthilatdar hebin, heya şer hebin tundî bi dawî nabin. Ji bo vê divê em destpêkê dawî li desthilat û şeran bînin.
Tundiya herî mezin îro li ser Rêbertiya me tê meşandin bi riya tecrîdê. Dixwazin bi tundiya li ser jinê civakê tune bikin. Weke jinên Efrînê koçberiya ku me jiyan kir tundiya herî mezin bû. Bi rêgirî û êrişên ku çêdibin rojane em weke jin bi tundiyê re rû bi rû tên. Ruxmê hemu zor û zehmetiyan jî em dev ji xwe bernadin. Berxwedana herî mezin li dijî tundiyê em li kampên Şehbayê dibînin û dijîn. Em bi biryar in ku ev tundiya li ser me tê kirin bi dawî bikin.”
Li dijî tundiya aborî bersiva jinan: Xebatên aboriya komînal
Li dijî polîtîkayên birçîhiştin û valakirina herêmê yên di serî de dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne, jin bi derfetên xwe di nava salê de hewl dan bi riya kooperatîfên komînal aboriya xwe bipêş bixin. Li ser vê bingehê amarên ku Komîteya Aborî ya Kongra Star bi me re parve kirine 40 kooperatîfên jinan hene ku 2 hezar jin di van kooperatîfan de cihê xwe digirin.
Di warê hiqûqî de destkeftiyên jinan
Yek ji qadên ku jinan destkeftiyên mezin bi dest xistine jî qada hiqûqî ye. Di prensîbên bingehîn ên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku ji 134 bendan pêk tê, wiha tê gotin: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre sîstema demokratîk, ekolojîk, civakî û azadiya jinan.” Ligel vê yekê li gorî hevpeymanê, di hemû qadan de pejirandina pergala hevserokatiyê destkeftiyek mezin a jinan e ku weke zagonên bingehîn ên Rêveberiya Xweser tê pejirandin.
Di gel hevpeymana civakî li Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna tevahî jinên ji pêkhateyên heremê amadekariyên Hevpeymana Civakî ya Jin dikin. Bi Hevpeymana Civakî ya Jin tê armanc kirin ku pergala konfederaliya jin xwedî zagonek bingehin be. Bi vî avayî deskeftiyên jinan tê misoger kirin. Hevpeymana Civakî ya Jin ku niha nîqaşên li ser reşnivisa wê berdewam dike dê di warê têkoşînan jinan a li dijî tundiyê, avakirina hevgirtina xurt a jinan de wê bibe werçerxek.
Di hevpeyna civakî ya jin de maf û azadiya jinan, rexistinbûna jin li ser çar lingên esasî ya konfederaliyê, pergala dada jin, hemû rehendan û ji komunan, taxan, bajaran, kantonan pergala rexistin kirine diyar bibe. Ev bibe deskeftî û mînakek ji bo jinên cihanê û heremê. Projeye netewa demokratîk bi vî avayî bi peşengiya jinan bigihîje bingehek saxlem.
Bi perwerdeyan xebatên hişyariya li dijî tundiyê
Kongra Star a Rojava û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi perwerdeyên ku didin jinan û mêran li dijî tundiyê him hişyariyê ava dikin him jî di guhertin û veguhertina hişmendiyê de rolekê çalak dilîzin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi hemû kar û xebatên xwe ne tenê 25’ê Mijdarê her roja xwe vediguherînin roja têkoşîna li dijî tundiyê.