Li Rojhilata Navîn li dijî gelan sûcên şer tê kirin

Dewleta Tirk ji 1’ê Cotmehê ve Rojava bombebaran dike. Êrîşên ku nexweşxane, sivîl û binesaziya bajaran dikin hedef tên paşguhkirin. Li Rojava her roj sûcekî nû li ‘sûcên şer’ ên ku bi şerê Filistîn-Îsraîl re dîsa derketine pêş zêde dibe.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Di şer û bombebaranên piştî êrîşa Hamasê ya ku di 7’ê cotmehê de bi navê “Tofana Eqsayê” li Şerîdaya Xezayê li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin, hejmara windahiyan her ku diçe girantir dibe. Îsraîl di pevçûnên ku hemû cîhan bi awayê zindî temaşe dike de sivîlan dike hedef.

Dîmenên êrîşên Îsraîlê yên ji bejahî û hewayî, qetilkirina zarok û jinên Filistînî, mijara ‘sûcên şer’ careke din anî rojevê. Di dema ku Tirkiye der barê nakokiya Îsraîl-Filistînê de daxuyaniyên ‘ji naverastê’ da, gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ‘Edep û exlaqekî şer jî heye’ careke din berê xwe da Rojava ku êrîşên dewleta Tirk lê berdewam dike. Piştî çalakiya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê ya li dijî Wezareta Karên Hundir a Tirk, dewleta Tirk bi hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên xwe kir. Di êrîşên ku ji aliyê balafirên şer, balafirên bêmirov ên çekdar û topavêj ve tên kirin de, qadên xizmetên giştî yên wekî petrol, elektrîk, tesîsên avê, dibistan û nexweşxane û sivîl hedef tên girtin. Welatiyên li herêmê dijîn dixwazin dagirkerî bi dawî bibe, dewleta Tirk û çeteyên wê vekişin, ji ber sûcên şer kirine li dadgehên navneteweyî bên darizandin û dewletên garantor van êrîşan rawestînin.

Banga lezgîn

Bi pêşengiya Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên ku sivîlan dikin hedef, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanyaya bi navê “Banga Lezgîn a Çalakiyê: Şerê li dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin” ji gelek rêxistinên sivîl û demokratîk ên ji welatên cuda îmze hene. Nivîsa îmzeyê, di nêvenga înternetê de ji îmzeya online re hat vekirin. Di nivîsa îmzeyan a bi 3 zimanên Îngîlîzî, Îspanyolî û Portekîzî hatiye amadekirin de bang li hemû saziyên navneteweyî tê kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê gavên lezgîn bavêjin.

Gelek sazî, platform û rêxistinên mafên mirovan piştgirî dan kampanyayê, bi taybetî saziyên mafên mirovan ên li welatên wekî Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYA, Elmanya, Îngîltere û Iraqê kar dikin. Îmzeyên hatine berhevkirin wê piştre bi nameyek vekirî ji Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê û saziyên navneteweyî yên têkildar re bên şandin.

Sûcê şer çi ye?

Sûcê şer ê ku dewletên cîhanê li Rojava kor û ker in, ku bi şerê Ûkrayna û Rûsyayê re gelek caran tê qalkirin û îro di şerê Filistîn-Îsraîl de dîsa tê rojevê, çi ye? Sûcên şer çawa tên tesbîtkirin? Çawa tê dîtin û nirxandin? Me bersiva van pirsan di nûçeya xwe de berhev kir.

Rêgezên şer ên di navbera dewletan de bi hin peyman û qanûnên navneteweyî têne diyarkirin. Di şeran de sivîl, nexweşxane an jî qadên giştî yên ku ji bo sivîlan xwedî girîngiyeke jiyanî ne, nikarin bibin hedef. Bikaranîna çekên kîmyewî û bikaranîna hin çekan qedexe ye. Xizmetên tenduristiyê yên kesên di nêvenga pevçûnan de nayên astengkirin. Ne pêkan e ku bi zanebûn êrîşî komek, civak an jî nijadekî diyar bike. Cinayet, destavêtin, komkujî, îşkence, wêrankirin an jî desteserkirina mal û milk, binçavkirin û koçberiya bi darê zorê jî bi qanûnan weke ‘sûcên li dijî mirovahiyê’ tên pênasekirin.

Sûcên şer çawa tên tesbîtkirin û lêkolînkirin?

Her welatek li cîhanê mecbûr e ku li ser îdiayên sûcên şer lêkolîn bike. Lê belê îro lêpirsîna sûcên şer bi têkilî û berjewendiyên navdewletî ve girêdayî ye. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, ji bo darizandina sûcên şer gelek dadgeh hatine damezrandin. Îro darizandinda sûcdarên şer dikeve bin daraza Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî. Dîwana Edaletê ya Navneteweyî piranî nakokiyên di navbera dewletan de digre nav xwe. Dezgeha dadwerî ya ku xwedî mafê rayeya darizandina şerên takekesî ye, wekî UCM tê destnîşankirin. Dozger li vir sûcên şer lêkolîn dikin. Ger sûc bên îspatkirin, ji bo kiyar an jî kiryaran biryara girtinê tê derxistin. Darizandin li Laheyê tê pêkanîn. Lê herçiqas dadgeh biryara darizandinê bide jî rayeya dewletan heye ku mirovan binçav bikin û bigrin.

Tu gav nehat avêtin

Di dema ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bi salan kiryarên xwe yên dijmirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin ve, bangên gel ên ji civaka navneteweyî re tên paşguhkirin. Wek li Cenevreyê, Tirkiye jî yek ji aliyên Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ye, ku hilberîn, embarkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike. Lê tevî hemû daxuyanî û delîlan jî ji bo bidawîkirina kiryarên Tirkiyeyê tu gav nehat avêtin.

Di raporên NY de cih girt

Gelek caran di raya giştî de nûçeyên li ser sûcên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, cih girtin. NY di rapora xwe de, ku berê qala rewşa siyasî û aborî ya Sûriyeyê û binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber şer û pevçûnên li wî welatî dike, bal kişand ser êrîşên ezmanî yên Tirkiyê li dijî Rojava û li herêmên dagirkirî şer û tawanên li dijî mirovatiyê yên ku berdewam in. Di raporê de; Hate teqezkirin ku di encama êrîşên Tirkiyê de bi taybet li herêmên Heleb, Hesekê, Reqa, Eyn Îsa û Til Temirê sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat destnîşankirin ku di demên cuda de di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava de bi balafirên bê mirov ên çekdar (SÎHA) sivîl jî bûne hedef. Di raporê de hat gotin: “Dewleta Tirk bêyî ferqa sivîl û binesaziya sivîlan bike, êrîş pêk anîn.”

Çend mînak ji sûcên şer ên Tirkiyeyê

Tirkiye bi salan e bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî qanûnên navneteweyî tevdigere. Bangên ji bo lêpirsînê bêbersiv dimînin. Di gelek êrîşan de li dijî şervanan çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Neteweyên Yekbûyî di sala 2019’an de ragihandibû ku mufetîşên çekên kîmyewî li ser îdiayên ku dewleta Tirk fosfora spî li dijî zarokan bikar aniye, agahî berhev kirine. Lê belê di dawiya vê daxuyaniyê de nehat eşkerekirin ku lêpirsîn bi çi rengî hatiye kirin. Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê di êrîşa xwe ya yekem a li ser Efrînê de bombeyên napalm bikar aniye. Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan jî yek ji alîyên vê îdiayê bû. Gundê Um El-Kef ku bi sedan sivîl lê dijiyan jî ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku bombeya mîsketê hatiye bikaranîn. Hat ragihandin ku li Til Temîrê jî bombeyek mîsket hatiye avêtin. Bi hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re di êrişên li dijî herêmên li ser sînorên Kurdistana Federe çekên kimyewî hatine bikaranîn. Di dîmenên ku di 18’ê Cotmeha 2022’an da ji medyayê re hatin weşandin de hat dîtin ku hin cismên ku dûmaneke gur çêdikirin di têketina tunelê de bi cih kirine û ji herêmê dûr ketine û ev cisim ji dûr ve hatine teqandin, cureyekî gaza kîmyewî avêtine nava tunelan.

Dawî li binpêkirinan nehat

Dewleta Tirk li herêmê navên cihan guherand. Navê hinek kolanan bi zimanê Tirkî hatin wergerandin. Gelê Efrînê û mirovên li herêm û bajarên din neçar man koç bikin. Zimanê Tirkî li herêmên dagirkirî hat ferzkirin. Zimanê Tirkî di dibistanan de wek fîîlî bûye mecbûrî. Jin û zarok bûn hedef. Hêjmara jinên ku li herêmê hatine revandin hîna ne diyar e. Hinek jinên ku ji destên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê rizgar bûn, hinek jin li bazarên koleyan hatin ‘firotin’ hinek jin jî bi dayîna fîdyeyê gihîştin malbatên xwe. Dawî li binpêkirinan nehat. Dar hatin birîn. Darên zeytûnan an dihatin birîn yan jî dihatin firotin. Zevî, bermahiyên dîrokî û cihên pîroz hatin wêrankirin. Gihîştina gel a avê ku pêwîstiya herî bingehîn a jiyanê ye, hat astengkirin. Hewldanên peydakirina  pêdiviyên elektrîk, enerjî û sotemeniyê jî hatin astengkirin.

Gelê Rojava tevî hemû zext û pêkanînên dijmirovî dest ji axa xwe û berxwedana xwe bernade. Her çendî dengê gelên ku dixwazin li qadên xwe yên jiyana azad bi sîstema Neteweya Demokratîk bijîn ji aliyê dewletên serdest ve tê xwestin ku bifetisînin jî gel rêxistinbûna xwe diparêze.