Li Rojhilat û Îranê dijî jinan tundiya dîjîtal
Cîhana sanal a dîjîtal, çawa ku derfeta gihîştina agahiyan e di heman demê de xeterên wê jî hene. Yek ji wan jî şantaj û şîdeta dijîtal e, her roja ku diçe zêdetir belav dibe û hedef jî jin in.
NASIM EHMEDÎ
Kirmaşan – Di roja me de medyaya dîjîtal, bûye parçeyek jiyana kes. Ev qad bi qasî ku firsendên ragihandin, perwerde û başdariya civakê pêşkêş dike, gefek e, her diçe bi xwe re gelek rewşên neyînî tîne. Hemû jinên di van qadan de, herî kêm carekê rastî gef û tundiya dîjîtal hatine.
Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ku her sal bi çalakiyan tê pêşwazîkirin, gelek awayên cuda yên tundiyê jî dike rojeva me. Mijara îsal ‘Tundiya dîjîtal a li dijî jinan’ e ev jî nîşan dide ku têkoşîna li dijî newekheviyê gihîştiye qonaxeke nû. Êdî sînorên vê têkoşînê bi kolan û malan sînordar mîn in, qada dîjîtal û platformên medyaya dîjîtal digre nava xwe.
Bi belavbûna înternet û medyaya dîjîtal re, jin xwe di bin gef û awayên tundiyê yên nû de dibînin. Ev tundî bi awayên gef û heqaretan, peyamên biçûkxistinê, gotinên zayendpestî, belavkirina agahî, wêneyên bê destûr bi gelek awayen derdikeve pêşberî me.
Li gorî Rêxistinên jinan ên NY’ê, ji sedî 73 jinên bikarhênerên qada dîjîtal rastî van cureyên tundiya dîjîtal hatine.
‘Îran di tundiyê de li pêş e’
Derûnînas Sudabe R. a ku li Kirmaşanê dixebite, asta tundiya dîjîtal a li hemberî jinan wiha tîne ziman: “Di jiyana rast de, şopên nêzîkatiyan hene, xwegihandina kiryar asan e. Tevî vê jî mêr li dijî jinan tundiyê dikin. Îran li gorî îstatîstîkên fermî, di tundiya li dijî jinan de di rêza herî jor de ye. Ev rewş dema ku digihîje medyaya dîjîtal xirabtir dibe.”
Di qada dîjîtal de jin bê parastin in
Ev gotin nîşan didin ku tundiya li dijî jinan di civak û malbatê de jixwe belav bûye, di qada dîjîtal de hê tevlîhev û piralî bûye. Di dinyaya onlîne de, ji ber lewazbûna mekanîzmayên kontrolê û zoriya şopandina hiqûqî ya pêvajoyê, cesareta tacîzkaran zêde dide.
Cureyên tundiya dîjîtal ên wekî gef, heqaret û belavkirina wêneyan bê destûr, bi awayekî cidî bandorê li tenduristiya ruh û jiyana civakî ya jinan dike. Her çendî di jiyana rast de şopandina hiqûqî gengaz be jî di qada dîjîtal de gelek caran jin zêdetir bê parastin tên hiştin.
Çîrokên tundiya dîjîtal
Neda K. yek ji jinên ku ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve di medyaya dîjîtal de gef lê tê xwarin e wiha dibêje:
“Di destê hevjînê min ên berê de çend wêneyên min ên şexsî hebûn. Rojekê di Instagramê de hesabek veşartî ez şopandim. Min destpêkê qebûl nekir, peyam şand û got, ‘li wêneyên di malperê de ne’ binêre. Min mereq kir û min vekir, rûyê min sensur kiribû, wêneyê bedena min parve kiribû. Tenê bi sedan mêran wî dişopand. Gef li min xwar û got, ‘ger tu ji bo nefeqeyê serlêdan bikî, ez ê van wêneyan bi rûyê te, navnîşan û hejmara tlf. te parve bikim.’”
Gelek jin ji aliyê mêrên ku qet nas nakin ve rastî gefên onlîne tên. Dinyaya dîjîtal her çendî têkilyan hêsan dike jî gelek deman ji bo jinan dibe qadek mezin a zexta derûnî.
Tundiya zayendî di medyaya dijîtal de bû tiştek rojane
Mîtra D. jî li Kirmaşanê dijî, têkildarî tacîza dîjîtal a li dijî wê hat kirin wiha dibêje: “Gelemperî peyamên ku min digirtin daxwazên ‘sohbeta têkiliyên zayendî’ bûn. Hinekan destpêkê pesn didan, hinek ji wan jî rasterast diketin mijarê. Wêneyên xwe yên taybet dişandin.”
Jin çawa dikevin xefika gefên onlîne?
Tundiya dîjîtal tenê bi gefên kesên nas sînordar nîn e, hinek jê têgînên namûsê bi kar tînin û serî li rêbazên şantajê ji bo ku pere ji jinan bigrin didin.
Nesrîn A. ya ku rastî şantajê hatiye wiha dibêje:
“Di telegramê de yekî peyam ji min re şand û lîngek şand. Got; ‘tuyê divê lîngê de wêneyên xwe yên şexsî bibînî.’ ji tirsan min pê li lingê kir. Bi vî awayî xwe gihîştand agahiyên di telefona min de. Got ger daxwazên min bi cih neynî ez ê wêneyên te parve bikim. Ji tirsa min hinek pere şand, demek dirêj ez ji medyaya dîjîtal dûr ketim.”
Serweriya dîjîtal a mêr bi amûrên nû hewl dide tundiyê bidomîne
Ev hemû nîşan didin ku serweriya mêr, ne tenê di jiyana rast de, di dinyaya dîjîtal de jî xwe ji nû ve hildiberîne. Di civakên kevneperest de komkujiyên ku jin rast hatine, di qada dîjîtal de bi awayên nû derdikevin pêşberî me.
Zihniyeta mêr a serdest, bi teknolojiyê, rêbazên xwe nû kiriye û hewl dide dengê jinan û hebûna wan bitepesîne. Tundiya dîjîtal, ji ber zêdebûna hesaban û valahiya hiqûqî qadeke bi bandor a bi hêztir ava dike.