Li Rojhilat di mehek de 24 jin hatin qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Nîsanê de 12 jin ji aliyê mêrê xwe ve hatin qetilkirin, 12 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li rojhilatê Kurdistanê di nava mehek de 24 jin mirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, derbarê mirinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Rêxistinê ragihand ku di meha Nîsanê de li rojhilatê Kurdistanê 12 jinên zewicandî, ji aliyê mêrê xwe ve hatine qetilkirin. Rêxistinê destnîşan kir ku 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.