Li Rihayê polîsek gefa kuştinê li jinek xwar
Li Rihayê polîsek gefa kûştinê li jinek û birayê wê xwar.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231114-20231114-823x463cc-riha-kadin-siddet-jpegd9b7ce-image-jpgd50821-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê li ber Qeymeqamtiya Eyyubiye polîsekî êrîşê jinek û birayê wê kir. Welatiyên derdorê bi telefonê dîmen girtin û li ser çapemeniya civakî weşandin.
Di dîmenan de polîs bi ser jineke ku nasnameya wê nehat hînbûn de çû û tehdîd kir. Jina ku rastî êrîşe hat hewl da dîmanan qeyd bike lê polîs li ser vê hêrs bû. Polîsekî din jî hewl da pêşî li jinê bigire û polîs jinê dike wesayîta polîsan.
Polîs ji cihê bûyerê dur ket û der barê jinê û birayê wê de agahî nehat girtin.