Li Rihayê di nava du salan de 12 jin hatin qetilkirin
Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan, li Rihayê di navbera salên 2024 û 2025'an de 12 jin hatine qetilkirin. 187 jin bi tundiyê re rû bi rû mane, 36 jin rastî destdirêjiyê hatine.
Riha – Baroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Mafê Darazeke Adil (AYHED), bi hevkariya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Tirkiyeyê, di çarçoveya projeya "Pêşxistina Kapasîteya Têkoşîna li dijî Binpêkirinên Hiqûqî yên li dijî Binpêkirinên Mafên Mirovan li Herêma Rihayê" de raporek li ser Binpêkirinên Mafên Jinan amade kirin û bi raya giştî re hate parvekirin.
Rapor tesbîta binpêkirinên mafan a ji 1'ê Çileya 2024'an heta 12'ê Kanûna 2025'an hatî tomarkirin radixe ber çavan.
Di raporê de hate diyarkirin ku li Rihayê 12 jin hatine qetilkirin, 187 jin bi tundiyê re rû bi rû mane, 36 jin rastî destdirêjiyê hatine, 24 jin rastî êrîşa zayendî hatine û 16 jinan jî hewl dane xwe bikujin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku jin bi piranî di çarçoveya têkiliyên nêzîk de û di nava malê de bi tundiyê re rû bi rû mane. Di raporê de hatiye gotin ku di 2024'an de 97 û di sala 2025'an de 90 bûyerên tundiyê hatine tespîtkirin. Her wiha di raporê de hatiye ragihandin ku di sala 2024'an de 19 û di sala 2025'an de 17 bûyerên destdirêjiyê hatine tespîtkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di sala 2024'an de 8 û di sala 2025'an de 16 êrîşên zayendî hatine tespîtkirin û di sala 2024'an de 7 û di sala 2025'an de 9 jinan hewl dane xwe bikujin.
Di raporê de hate diyarkirin ku li di navbera 2024-2025'an de li Rihayê 12 jin hatine qetilkirin û 2 jin jî bi awayekî guman mirine.
Daxwazên pêşîlêgirtina binpêkirinan bi vê awayî hate gotin:
“*Qanûna hejmar 6284’an bi awayeke bandortir, leztir were sepandin
* Lêpirsînên tundî û mirinan divê bi awayeke bandortir û hestiyariya zayenda civakî werin meşandin,
* Bûyerên mirinên biguman de ji nirxandina “xwe kuştiye/qeza” dûr were sekinîn, delîl baş werin komkirin
* Dema biryarên parastinê hatin binpêkirin danekirinên bibandor werin sepandin
* Divê koordînasyona di navbera saziyan de were xurtkirin, komkirina agahiyan, parvekirin bi awayekek zeleltir werin meşandin
* Di serî de jinên penaber û astendar divê ji bo komên xwedî astengî mekanîzmayên piştgiriyê werin zêdekirin
* Divê destûra şopandin, tevlibûna dozan û parastinê ya baroyan, saziyên sivîl ên civakî yên xebatên jinan dikin wek sazîbûn were dayîn.”