Li Reştê jina ku li kolanê li kemanê dixist hat binçavkirin
Li ser medyaya dîjîtal ji kêliyên binçavkirina hunermendek kolanan a li bajarê Reşta Îranê hatiye parvekirin, rastî bertekên mezin hat. Lê derbarê aqûbeta wê hunermendê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Reşt a Îranê jinek ku li kolanê li kemanê dixist, ji aliyê pasdarên Îranê ve hat binçavkirin. Di dîmenek ku li ser medyaya dijîtal hat weşandin de kêliyên ku hunermend hat binçavkirin, hatin eşkerekirin. Di vîdeoyê de tê dîtin ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser kemana hunermendê û hunermenda jin binçav dikin.
Piştî ku vîdeo hat parvekirin, bikarhênerên medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê rewşê dan. Gelek bikarhêneran rexne li siyasetên zordar ên li Îranê kirin. Bikarhêneran destnîşan kirin ku ew welat bi awayekî cidî rê li gendelî, dizî û tawanên sextekariyê nagire û pirsa “Çima lêxistina kemanê li kolanan sûc tê hesibandin?” kirin. Dîsa bikarhênerên medyaya dîjîtal, bal kişandin ser zehmetiyên aborî û bêkariya berbelav, bi taybetî di nav jinên ciwan de. Bikarhêneran, helwesteke bi vî rengî ya li hemberî jinên ku bi hunera xwe debara xwe dikin, mîna "zexta zêde" nirxandin.
Têkildarî nasname û aqûbeta hunermenda jin a girtî agahî nehat girtin.