Li Reqayê panela jinan: Divê binpêkirin bên belgekirin
Beşdarvanên panela li Reqayê ya binavê "Girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de", balkişandin li ser girîngiya avakirina komîteyan ya ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî jinên Sûriyeyê.

Reqa – Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), îro bi hevkariya Ofîsa Jinan a Rêxistinên Civaka Demokratîk, bi beşdariya gelek rêxistinên femînîst, partiyên siyasî û nûnerên sendîkayên civaka demokratik, li kantona Reqayê panelek bi sernavê "Girîngiya rola jinan di pêvajoya dadweriya veguhêz de" li dar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Yekîtiya Cotkaran li kantona Reqayê Efaf El Kibi der barê wateya têgeha pêvajoya dadweriya veguhêz de axivî û da zanîn ku "Dadweriya veguhêz bersiveke civakî ya li hember binpêkirinên mafên mirovan e û armancê ew e ku mîrata êşdar a wan binpêkirinan di nav veguherînên siyasî de çareser bike. " her wiha da zanîn ku divê jin di vê pêvajoyê de hebin.
Efaf El Kibi, destnîşan kir ku "bêyî tevlîbûna jinan a bi bandor, dadweriya veguhêz nikare pêk were. Ji ber vê yekê, ev divê di vê qonaxê de xebatên berferh werin pêkanîn da ku jin bibin bingehîn ên pêvajoya dadweriya veguhêz li Sûriyeya nû
Beşdarên panelê jî nêrînên xwe der barê mijarê vegotin. Berdevka nivîsgeha perwerdehiyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê Fatin El Racih got "civak di veguherînên mezin re derbas dibe, û di vê qonaxa hesas de, divê dengê jinan bilind û bihêz be. Divê jin di ne tenê mexdûr û temaşevanan be, ji ber ku jin hêmaneke bingehîn in di her pêvajoya ji nû ve avakirinê de, lewma divê ew di cihên biryadaryînê de jî hebin."
Endama komîteya perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Huda got: "Jinên Sûriyeyî di şoreşê de roleke bi bandor û girîng lîstin û gelek qurbanî dan. Ji ber vê yekê, girîng e ku ew di avakirina aştiyeyê û teşekirina siberoja welêt de bi hêz bin.”
‘Em dixwazin edaleta rasteqîn mîsoger bikin’
Rêvebera Ofîsa Jinan a Masad Sebah Halîl, ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me biryarda ku di ronahiya bûyer û pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê pêkhatin û komkujiyên li dijî civakên Elewî û Durzî ku bi kuştin û tundiyek tund ya li dijî jinan pekte de, ji bo edaleta rasteqîn ji bo kesên bandor dibin mîsoger bibe, têgeha dadweriya veguhêz û pêwîstiya bicîhanîna wê deynîn holê."
Sebah Halîl, diyar kir ku bi rêya panele balkişandin li ser girîngiya entegrekirina dadweriya veguhêz ya şert û mercên peymana civakî ya pêşniyarkirî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, naskirina maf û rolên pêşeng ên jinan, perwerdekirina fikrên jinan, bilindkirina hişmendiya jinan, lîstina rolek rastîn û bibandor a jinan ya dadweriya veguhêz û daxwazkirina mafên xwe.”
‘Em hewil didin bi rêya xebatên xwe jinan bihêztir bikin’
Sebah Halîl, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em hewl didin ku panel û civînên bi vî rengî li herêmê zêde bikin ku bi taybetî pêkanîna peymanên wan li hundirê Sûriyeyê, girîngiya pêkanîna dadweriya veguhêz ji bo jinan bidin nasîn û daxwaza dadweriya civakî ji bo jinên bandordar bikin. Ji ber ku jinên Sûriyeyê çardeh sal in şahidiya qirkirin û şerên zordariyê li dijî xwe dikin, lewma divê eniyên xwe bikin yek û ji bo pêşîgirtina binpêkirinên li dijî daxwazek mezin bikin.”
Panel bi çend biyaran bi dawî bû, ji wan biryaran: Destûrek were sazkirin ku mafên jinan li ser bingehek wekhev bi mêran re garantî dike. Xebat ji bo bihêzkirina ciwanan were kirin. Avakirina komîteyan ji bo eşkerekirina sûcdarên sûcên li dijî jinan û hesabpirsîna wan. Xwendina Peymana Civakî û Têkoşîna li dijî gotara nefretê.