Li Reqayê muzeya ku dema DAIŞ’ê vedibêje hat vekirin
Di muzeya ku li Reqayê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve hat vekirin de tiştên DAIŞ’ê di dema dagirkirinê de li Reqayê kirine hatine qeydkirin. Wêne û amûrên înfazê bandorên wê demê li ser gel çêbûne nîşan didin.

NÛR EL-EHMED
Reqa – Ji aliyê Lijneya Çand û Dîrokê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo hovîtiya dema dagirkirina Reqayê ji aliyê DAIŞ’ê ve were qeydkirin muzeyek li hat vekirin. Muzeya ku bi wêneyên rastîn û belgeyan hatiye amadekirin, kiryarên dermirovî yên ku DAIŞ’ê 5 salan li Reqayê kir belge dike, bîra civakî zindî dihêle.
‘Divê tiştên gel jiyane werin belgekirin’
Hevseroka Lijneya Çand û Dîrokê Senferans Şerîf got: “Ev muze ji bo berxwedana gel, êşên hatin kişandin û kiryar û binpêkirinên pergalî yên DAIŞ’ê ji nifên pêşerojê re ragihîne hat vekirin. Ji bo gelê herêmê, ew dema herî tarî ya beriya vejînê ye.”
Gel belgeyan berhev kir
Senferans Şerîf, diyar kir ku sal û nîv amadekariya vekirina muzeyê kirine û da zanîn ku ji gelê ku şahidî ji wê demê re kiriye, belge, wêne û amûran berhev kiriye. Senferans Şerîf got: “Armanc ew bû ku tiştên wê demê hatine jiyîn em bi awayekî rastî û ji çavkaniyên rasterast ragihînin.”
Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî vedibêje
Senferans Şerîf got ku di muzeyê de ne tenê sûcên ku DAIŞ’ê kirine, têkoşîna gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Parastina Jin (YPJ) hatine belgekirin û wiha domand: “Gelê Reqayê li dijî vê rêxistina hov, berxwedaneke mezin raber kir. Jin û ciwanan pêşengî ji têkoşînê re kirin û gihîştin van rojan lê divê were zanîn ku ev wisa bi hêsanî çênebû.”
Beş û naverokên wê
Senferans Şerîf wiha behsa beşên muzeyê kir: “Beşa wêne û şahidiyan: Di vê beşê de, rêbazên înfazê yên DAIŞ’ê, bi zorê leşkeriya zarokan, teknîkên şûştina mêjî û îşkenceya li dijî gel hatiye kirin hatine belgelkirin.
Di wêneyên rastîn de tê dîtin ku li ser zarokan zora çalakiya xwekuştinê tê kirin, li cihên vekirî mirov tên înfazkirin, dîmenên xofdar ên weke jêkirina ser, dest û ling hene. Her wiha belgeyên têkildarî windabûn, revandin û kuştina bi hezaran mirovan hene. Di hinek wêneyan de ‘Qada Naîm’ ku bûye cihê înfazkirina mirovan û bi gotina gel “Qada Cehenemê” heye.
Beşa amûr û peykeran: Di vê beşe de amûrên birînê yên DAIŞ’ê bi kar anîne (şûr, kêr, perend û hwd.) sêdarên darvekirinê, amûrên bi wî rengî û peyker hene. Bi taybetî modelên mînyator ên înfazên li qadan nîşan didin balê dikşîni. Modeleke biçûk a li Qada Naîmê, bi amûrên ku şahidi ji înfazên li qadê dikin re tê pêşandan.
Beşa belge û fermanan: Di vê beşê de, nivîsên DAIŞ’yan di navbera xwe de kirine, biryarên darvekirinê û ceza, fermanên ji bo bicihkirina mayin û bombe û hwd. bi darê zorê ‘kursên tobedariyê’, biryarên ji bo rakirina pergala perwerdeyê û bi sedan belgeyên fermî hene. Belge nîşan didin ku DAIŞ’ê çawa xwe organîze kiriye û bi awayê pergalî herêman birêve biriye.
Beşa kiryarên li dijî jinan: Şîdeta li dijî jinan di vê muzeyê de di beşeke taybet de cih girtiye. Peykerê jineke ku bi temamî cilên reş lê ne û hatiye zincîrkirin, nîşan dide ku DAIŞ’ê zextên çawa li jinan kiriye. Her wiha wêneyên rastîn ên li bazaran firotina jinên Êzidî jî hene.
Jinan di wê demê de bedelên giran dan. Bi keviran hatin kuştin, bi zorê hatin zewicandin û kolekirin. Ev beş êş û azarên ku jinan kişandine nîşan dide.”
Texrîbkirina qadên dîrokî
Muze di heman deme de nîşan dide ku mîrasa dîrokî ya Reqayê çawa hatiye texrîbkirin. Sûrên antîk, mizgeftên kevin, peyker û mîrasên çandî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine texrîbkirin an jî talankirin. Berhemên bi hezaran salan hatine tunekirin, pirtûk hatine şewitandin. Arkeolog Halid El Esad, bi putperestiyê hatiye sûcdarkirin û înfazkirin.
‘Dibe ku em vegerin wan rojên tarî’
Senferans Şerîf, bal kişand ku muze di heman deme de ji bo di pêşerojê de serdemek wisa tarî çênebe, ji bo civakê hişyarî ye û wiha domand: “Her çendî herêm ji DAIŞ’ê hatibe paqijkirin jî hê jî em dibînin ku şaneyên veşarî li hinek deran xwe nîşan didin. Ji ber vê yekê divê gel şiyar be.”
Senferans Şerîf, di dawiya axaftina xwe de ve bangê li jinan kir: “Jin pêşengên şoreşê bûn. Îro azad in û gihîştine mafên xwe. Êdî xwedî pozîsyona pêşengiyê ne. Ji bo parastina van destkeftiyan divê baldar bin û berpirsariyên xwe bi cih bînin.”