Li Reqayê muzexane: Kiryarên DAIŞ’ê tên belgekirin

Bi armanca belgekirin û eşkerekirina kiryar û hovîtiya DAIŞ’ê dema ku kantona Reqayê xistibûn bin serweriya xwe û îdamên meydanî pêk dianîn, Desteya Çand û Şûnwaran li Reqayê muzexaneyek vekir.

Reqa – Bi beşdariya niştecihên kantona Reqayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên rêxistinên herêmî, Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê muzexaneyek taybet vekir, ji bo ku binpêkirin û sûcên DAIŞ’ê yên dema Reqa xistibûn bin serweriya xwe li dijî gelê herêmê, belge bike.

Muzexaneyê ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran ve bi axaftin hat vekirin. Di axaftinê de armanca vekirina muzexaneyê wiha hat gotin: "Ev muzexane şahida zindî li ser zilima DAIŞ’ê ya li dijî gelê herêmê ye. Ji bo belgekirina çîrok û kiryaran ev muzexane hat vekirin."

Piştî axaftinê, şanoyek li ser rastiya herêmê di dema desthilatdariya DAIŞ'ê de û sûcên darvekirinê yên li dijî gel kirine hat pêşkêşkirin. Her wiha govendên gelêrî jî hatin pêşandan.

'Me xwest em bûyerên li herêmê hatine jiyîn belge bikin'

Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Senfrans Şerîf qala amadekariyên muzexaneyê kir û got: "Ev sê meh in em amadekariya vekirina muzexaneyê dikin. Muzexane ji sê beşan pêk tê. Wêneyan îdamên meydanî belge dike, beşa raporên belgekirî li ser fermanên îdamê û çarenûsa bi hezaran girtiyên ku hê jî winda ne û beşek ji peykerên ku tundiya dijî jinan nîşan didin, pêk tê. Armanca me ew e ku em rastiya herêmê di dema DAIŞ’ê de û di dema Rêveberiya Xweser de ji cîhanê re belge bikin. Di heman demê de me xwest em sekn û berxwedan gel û şervanên QSD'ê û YPJ'ê jî belge bikin."