Li Reqayê çalakiya hunerî ya jinan
Li Reqayê jinan bi dirûşma “Jin bi Rêbertî re ber bi azadiyê ve dimeşin” panelek lidar xistin. Jinên ku beşdarî çalakiya hunerî bûn diyar kirin ku piştevaniya aliyên hunerî girîng e û beşdariyên ciwanan ji hunerê divê bê pêşxistin.

Reqa – Navenda Jineolojiyê bi hevkariya zanîngeha El-Şerq a kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hunerî di bin dirûşma "Jin bi Rêbertî re ber bi azadiyê ve dimeşin" li dar xist.
Ji Reqa û Tebqayê hunermend û helbestvanên jin jî beşdarî panêlê bûn.
'Divê piştevaniya ciwanan di warê hunerî de bê kirin'
Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Wîsam El-Şemalî armancên xwe ji vê çalakiyê anî ziman û wiha got: "Me xwest herî zêde rola ciwanan di warê hunerî de pêş bixin, bi taybetî ya xwendekaran. Ji ber ku ew bingehên pêşeroja civakê ne. Her wiha ew ê di pêşerojê de bibin statuya civakê. Divê em piştevaniya ciwanan di pêşxistina hunerê de bikin. Ev çalakiya hunerî di vê meha ku Rêber Ocalan tê de ji dayik bûye de hat lidarxistin. Ji bo hemû gelên ji bo azadiyê têdikoşin sembola azadî û ramana azad tê dîtin. Ev zayîn bi îradeya azad û xurt a ku Rêber Ocalan daye me, destpêkek nû ya jiyanê ye. Em çalakiya xwe diyarî Rêber Apo dikin."
'Ev çalakî bi boneya rojbûna Rêber Apo ye'
Berdevka Navenda Lîkolînan a Jineolojî ya kantona Tebqayê Ayşe Elî Ebdullah girîngiya vê çalakiyê bi lêv kir û got: "Bi boneya rojbûna Rêber Apo me ev çalakiya hunerî li dar xist. Ji ber ku Rêber Apo di pirtûkên xwe de balê dikşîne ser dan û standin û pêşxistina rola çand û hunerê. Ji ber vê yekê hewcedarî heye ku em girîngî bidin beşa hunerê bi taybetî pêşxistina rola ciwanan."
'Dixwazim têkoşîna gelê xwe bigihîjînim cîhanê'
Xwendekara zanîngeha El-Şerq a ku bi helbestên xwe beşdarî çalakiyê bû, Şêrîn Hesen wiha got: "Beşdariya min di qada helbestan de ji bo diyariya rojbûna Rêber Ocalan e. Ji ber ku huner û helbest peyamên pîroz in, min xwest gotinên xwe bigihîjînim hemû cîhanê. Bi riya helbestên xwe hewl didim îradeya gelê Kurd, berxwedana Rêber Ocalan li Îmraliyê û têkoşîna wî ya ji bo gelên bindest ji cîhanê re ragihînim."