Li Raperînê kampanyaya alîkariya ji bo Rojava bi dawî bû

Kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Meclîsa Gel a Raperînê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di kampanyayê de miqdarek zêde pere, xurek û pêdiviyên cûr bi cûr ji bo koçberan hatin komkirin.

Raperîn- Meclîsa Gel a Raperînê, kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê bi dawî kir û encama kampanyayê eşkere kir.

Hawrê Kastro wek nûnerê Meclisa Gel a Raperînê ji ber serkeftina kampanyayê spasiya gel û ragihandinê kir.

Şalaw Çomanî weke endamê desteya kampanyayê encamên kampanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Li gorî wê yekê alîkariyên ku hatine komkirin wiha ne;

-135 milyon Dînarê Iraqê, 47 hezar 460 Dolarê Amerîkî,100 Pound, 250 Euro, 30 ton xurak, 25 ton derman, 12 ton kelûpelên nav malê, cil û berg.

Her wiha mamosteyê zanîngehê endamê kampanyayê Dr. Aram Qadir di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got; “Piştî heşt rojan ji xebata ji bo berhevkirina alîkarî û organîzekirina çalakiyên girseyî, vê kampanyayê îsbat kir ku gelê Kurd xwedî îrade ye. Ev ji bo gelê Kurd, di aliyê yekîtî û nîşandana hevgirtinê de di demên tengasiyê de, ezmûnek pir girîng bû.”

Meclisa Gel a Raperînê spasiya hemû kesayet, sazî û beşên Îdareya rêveberiya Raperînê kir ku di nav de bazirgan, dibistan, hêzên navxweyî û bijîşk hene. Her wiha behsa rola zarokên ku bi bexşandina pereyê xwe yê xerca dibistanê beşdar bûne kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê de, di kesayeta şehîdê xwebexş û şehîdê yekîtiya neteweyî yê gelê Kurd Ehmed Hêmin Kerkûkî de, ji bo hemû şehîdên berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê rêz hat girtin.”

https://youtu.be/MxnZOfvyRcg