Li qereqolên Iraqê êrîşên zayendî zêde dibin

Li qereqolên Iraqê bûyerên destdirêjiya zayendî di asteke nîgeranker de zêde dibin. Piştî girtina polîsên ku bi tohmeta êrîşa li ser keçeke 15 salî û jinên girtî hatine binçavkirin, Wezareta Karên Hundir dest bi tedbîrên tund kir.

Iraq – Piştî girtina çend efser û karmendên polîs ên Iraqê bi tohmetên giran, rêze bûyerên li qereqolên polîsan ên Iraqê nîşan didin ku êrîşên zayendî yên li dijî jinên girtî bi awayekî nîgeranker zêde bûne. Ev yek nîqaşên li ser çavdêriya lawaz û tedbîrên pêşîlêgirtinê ji nû ve geş dike.

Destdirêjiya li ser keçek 15 salî

Çavkaniyekê îro ragihand ku çar endamên hêza polîsên Necefê ku di nav de du efser hene, bi tohmeta êrîşeke zayendî ya li dijî keçek 15 salî li qereqolekê hatine girtin. Keçikê piştî ku ji ber nakokiyên civakî ji malbata xwe reviyabû, xwe spartibû wir.

Çavkaniyê her wiha diyar kir ku yek ji efserên polîs ên hatine girtin di lêpirsîna destpêkê de li xwe mikur hatiye ku bi hevkarên xwe yên li qereqolê re sûc kiriye.

Ji aliyê efser ve îdiayên ne rast hatin kirin

Berê jî, çavkaniyekî ewlehiyê girtina endamekî Rêveberiya Trafîkê ya Necefê bi tohmeta êrîşa zayendî ya li ser jinekê eşkere kiribû. Çavkaniyê rave kir ku gumanbar li ser fermana dadwerî piştî giliya qurbaniyê hatiye binçavkirin. Di dema lêpirsînê de, efserî îdia kir ku hevdîtin bi razîbûnê bûye.

Ji wezaretê hişyariya tedbîrên tund

Ev her du bûyer, bûyerên ku çend roj berê li bajarê Dîwaniyeyê yê başûrê Iraqê qewimîbûn, tînin bîra mirov. Di wê dozê de, dadwerê lêpirsînê fermana girtina efser û sê polîsên ku bi tawana destdirêjiya zayendî li ser girtiyekê li qereqola polîsan a “El-Nehda” hatine tawanbarkirin, da. Wezareta Karên Hundir talîmat da ku tedbîrên qanûnî û îdarî yên herî tund li dijî van personelên sûcdar bên girtin.