Li Qamişloyê navenda Heyva Sor a Kurd hedef girtin
Li Qamişloyê navenda Heyva Sor a Kurd rasterast ji aliyê balafirên bêmirov ve hate hedefgirtin. Medya Ganem, diyar kir ku ew ê xebata xwe bidomînin û daxwaza parastina tesîsên xwe kir.
ASMA MUHAMMED
Qamişlo- Li Qamişloyê navendeke aydê Heyva Sor a Kurd duh bişev rasterast ji aliyê balafirên bêmirov ve hate hedefgirtin. Êrîş ji ber ku tesîseke krîtîk a ku alîkariya mirovî û xizmetên hedef girt, mîna "cidî" hate binavkirin. Rayedarên Heyva Sor a Kurd, diyar kirin ku êrîş rasterast gef li jiyana sivîlan û xebatên alîkariyê ya ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne dixwi û banga parastina rêxistinên mirovî yên bêalî kir.
Endama Ofîsa Çapemeniyê ya Heyva Sor a Kurd Medya Ganem, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rêxistin di şert û mercên mirovî yên dijwar û sermaya dijwar de ji bo alîkariya bi deh hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne û bi taybetî jî kesên ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine re xebata xwe didomîne. Medya Ganem, da zanîn ku êrîş di derdora saet 12’ê şevê de pêk hatiye û ji ber ku vê saetê kes li navendê nebû û tu zirara jiyanî çênebûye.
Agahiyên hêzên ewlehiyê, nîşan didin ku êrîş bi balafirên bêmirovê ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine çêkirin, pêk hatiye. Medya Ganem, di vê mijarê de anî ziman ku hedefgirtina Heyva Sor a Kurd peyamek cidî ye û êrîş rasterast bandorek neyînî li ser xebatên alîkariyê ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne dike.
‘Wê xebatên me didome’
Medya Ganem, da zanîn gelek malbatan neçar mane di şert û mercên sermaya dijwar de bêyî stargeh û pêdiviyên bingehîn bi lez û bez malên xwe biterikînin û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe bidomînin. Medya Ganem, diyar kir ku rêxistin ne girêdayî tu saziyeke siyasî an jî leşkerî ye û bi tevahî di çarçoveya rêgezên alîkariya mirovî ya bêalî de dixebite. Medya Ganem, destnîşan kir ku rexîsyin ji sala 2012’an û vir ve bê cudakarî xizmetê dide kesên hewcedar û da zanîn ev xizmet di çarçoveya rêgez û qanûnên ku ji aliyê Tevgera Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî ve hatine pejirandin de tên meşandin.
'Divê tesîsên tenduristiyê bêalî bin û bên parastin’
Medya Ganem diyar kir ku di êrîşên dawî yên herêmên Rojava hedef digirin de, hinek cihên Heyva Sor a Kurd hatine tehrîb kirine û hinek personel rasterast hatine hedefgirtin û wiha got: “Ev binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û di tu şert û mercan de tesîsên tenduristî û mirovî nayên hedefgirtin.”
Medya Ganem, di dawiya axaftina xwe de balkişand ku peyama Heyva Sor a Kurd zelal û bêguherbar e û wiha got, "Em girêdayî rêgeza bêalîbûna tam in û ji nasname û mezhebên cuda re xizmeta hemû mirovan dikin. Divê di şerên çekdarî de tesîsên tenduristî û mirovî bêalî bin û werin parastin. Vi vî awayî, em dikarin di demên qeyranê de alîkarî dayîna ji sivîlan re bidomînin.”