Li Qamişlo wê nexweşxaneya jin û zarokan bê avakirin

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê amadekariyên avakirina nexweşxaneya jin û zarokan li bajarê Qamişlo dike.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Qamişlo nexweşxaneya jin û zarokan tê çêkirin. Nexweşxane wê ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê ve bê avakirin.

Çêkirina avahiya nexweşxaneyê wê li rojhilatê Qamişlo bê destpêkirin.

Li gorî agahiyên Desteya Tenduristiyê wê di nava çend rojên pêş de li cihê avahiya nexweşxaneyê daxuyaniyek bê dayîn û dest bi çêkirina avahiyê bê kirin.

Tê plankirin ku nexweşxane di warê pirsgirêkên tanduristiyê yên zarok û jinan de valahiyek girîng dagire û pêdiviyan pêşwazî bike.