Li Qamişlo li dijî êrişên mêr dewlêtê gotin ‘Jin Jiyan Azadî’
Şêniyên bajarê Qamişlo, bi pêşengiya Kongra Star ji bo roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin meşiyan. Jinan pêyama bilindkirina têkoşîna li dijî her cûre tundiya mêr dewletê dan.
Qamişlo - Bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin şêniyên bajarê Qamişlo, bi pêşêngiya Kongra Satar meşek lidarxistin.
Meş di bin dirûşmeya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" û bi tevlîbûna bi sedan gel, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser û endamên rêxistina jin ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ya bajêr rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongra Star Emîna Omer axivî. Emîna Omer wiha got: " Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin beriya wê bi 15 rojan em kampanya dest pê dikin, îro roja dawiyê ya kampanyayê. Di van 15 rojan de gelek çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Bi dehan semîner, komxebat, komcivîn û panêl ji bo tundiya li ser jin tê kirin hat dayin. Armanca me ji van çalakiyan ku tundiya li ser jin tê kirin em wê tundiyê bişkînmin û ji civakê re bidin diyarkirin ku çiqas xeteriya wê heye li ser civakê."
‘kesê ku tundiyê li ser jinan dide meşandin were cezakirin’
Emîna Omer bal kişand êrişên dewleta Tirk ku pêşengên jin ên şoreşê qetil dike û wiha bi dawî kir: "Em dibînin ku di roja me ya îro de şerê cîhanê yê sêyemîn li dijî jinan tê meşandin, îro jin doza mafê xwe dike, xwe bi rêxistin dike ji bo wê jî jin rastî gelek armancgirtina belafirên bê mirov dibe. Li dijî van êrişan divê em û hemû jinên cîhanê helwesta me yek be da ku em rê li pêşiya van êriş û armancgirtinan bigirin. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek tundî li ser jinan tên kirin, ji bo ku em rê li pêşiya vê tundiyê bigrin gereke ev kesê ku tundiyê li ser jinan dide meşandin were cezakirin û hesab xwestin. Di dawiyê de jî em silavên xwe ji hemû têkoşîna jin yên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdîstanê re dişînin. Her tim em soza xwe nû dikin ku em rêxistinkirina jin hîn xurtir bikin û asta têkoşînê bilind bikin heta ku em azadiyê bi dest bixin."
Meş bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.