Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Dayikê meşek hat li darxistin
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî şêniyên bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê meşeke girseyî li dar xistin.
Qamişlo – Şêniyên bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî meşeke girseyî li dar xist. Meş bi dirûşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rawa û bingehîne” û bi tevlîbûna bi hezaran şagirt, mamoste û gel ji çarxereya Ekaş dest bi meşê kir û heya pêşiya navenda Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê û li wir daxuyaniyek hate dayîn.
‘Roja zimanê dayikê li hemû gelê Kurd pîroz dikin’
Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Mamoste Esmehan Sedo ve hat xwendin: “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz be. Di vê boneyê de em hemû kesên ku di ber zimanî de ked dane û şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Herweha tevahîya gelên ku ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê tê dikoşin silav dikin.
‘Zimanê Kurdî zimanekê fermî ye’
Daxuyanî bal dikşîne li ser dastûra nû ya Sûrî de naskirina zimanê Kurdî û wiha didome: “Pêwîste zimanê kurdî wekî "zimanê fermî" di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. Lewra zimanê gelê Kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Zimanê Kurdî zimanekê qedîm û resene li ser xaka mezrabotan. Lewra nabe ku weke zimanekê bijarte were destgirtin.”
‘Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa ziman em ê kar û xebatên xwe bi hêz bikin’
Di daxuyaniyê de baldikşînin li ser bi hêz kirina şoreşa ziman. Daxuyanî bi vê awayî dawî dibe: “Ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê Kurdî, wekî dozeke miletî û neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedî lê derbikeve.”