Li peravên Tûnisê cenazeyê 19 penaberan hat dîtin
Li peravên Tûnisê cenazeyê 19 penaberên ku keştiya wan noqî avê bû, hat dîtin. Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgariyê didomin.

Navenda Nûçeyan – Li gor daxuyaniya ku Rêveberiya Giştî ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir; cenazeyê 19 penaverên ku keştiya wan noqî avê bûye li peravên Tûnisê hat dîtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di xebatên lêgerîn û rizgariyê ya Parazvanên Behrê yê Sfaksê de cenazeyê 19 penaberan hat dîtin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgariyê di 24 seatên dawî de bi awayekê zêde didome û hat destnîşankirin ku 5 kesên bi qaçaxî penaberan ji sînoran derbas dikin hatine girtin.