Li peravê Sûriyeyê jin û zarokên keç tên revandin

Li peravên Sûriyeyê windabûna zarokên keç a bi awayekî guman zêde dibe. Şahidan bûyerên revandina organîze û gefên li hemberî malbatan radixin ber çavan. Evane hemû di fermiyet û çapemeniyê de bi bêdengiyê hatine pêçan.

ZOVA EL-CEBEL 

Tartus – Cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam, piştî rêveberî xist destê xwe, li peravên Sûriyeyê bi taybet ji bo jinên Elewî û jinên ciwan kabûsa revandinê serwer bû. Li gorî îstatîstîkên Rêxistina Efû ya Navnetewî di nava şeş mehan de herî kêm 36 bûyerên windabûnê hatine belgekirin, lê belê dibe ku hejmara rast ji vê gelek zêdetir be. Herêmên Heleb û Idlibê jî di nav de hejmarek zêde jin û zarokên keç li ser medyaya dijîtal tên xapandin û revandin. Ev kesan, rastî çaresenûsek nayê zanîn tên û di belgeyên ku ciwanan amade kirî de tê îfadekirin ku jin û zarokên keç bi daxwaza xwe diçin  

Li Sûriyeyê ji ber gefên li dijî malbatan û xeteriyên ewlehiyê ku ji ber cîhadîstên Heyet Tehrir el-Şam zêde bûne, jin naxwazin nasnameyên xwe diyar bikin û di dîmenan de xuya bikin. Ev tedbîr asta zehmetiyên ku malbat rastî hatine radixwe ber çavan.  

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Tartusê ragihandiye, di meha Hezîranê de ciwana bi navê ‘M.S’ ji mala malbata xwe ya ji gundewar ji bo biçe bajar derdikeve û carek din agahî nayê girtin. Bavê wê nekarî xwe bi telefonê bigihîne û ev rewş rê li ber fikar û qurfên malbatê vekir. Malbat ji bo keça xwe bibînin kampanyayek ku bajar digre nava xwe destpê kir.  

Revandin tirs û fikaran ava dike 

Birayê wê diyar kir ku, xwişka wî xwestiye li bavê xwe bi gere lê belê wê kêliyê bavê wê ne li ser telefonê bû. Dema vegeriya dît ku telefon êdî ji xetê derketiye û li ser hev lê geriya, lê belê tu encam negirt. Piştî çend saetan birayê wê ji reqemek navnetewî telefonek girt û dema bersîv da, dengek bi Erebiyek xirab axivî û got ku keçik di kontrola wan de ye. 

Ruxmê hemû hewldanan jî, aqûbeta M.S nayê zanîn û ev yek di nava malbatê de dibe sedema tirs û fikarên mezin.

Dema li bûyerên revandinê yên li peravê tê temaşekirin, çîrokên nepanî, bûyerên dîmenên hatin piştrastkirin yan jî qeydên deng neyî derdikeve holê. Piranî revandin qadek tirs û fikaran ava dike. Ji ber ku malbat ditirsin gef belavî kesên din ên malbatê bibe, bêdeng dibin. Zarok ji aliyê kesên tên revandin de wek hedefa destpêkê tên nîşandan û ev rewş dibe sedema veşartina bûyerê.    

‘Vegera ji cehenemê’ 

Gelek cûrên bûyerên revandina jin û zarokên keç hene. Mînak H.A ya li gundewarê Tartus dijî, bi awayek guman hate revandin, lê belê piştî kampanyaya li ser medyaya dijîtal vegeriya nava malbat û zarokên xwe.  

H.A, tiştên jiyan kiriye ji ajansa me re anî ziman û got: “Ez ji aliyê 20 kesan ve rastî destdirêjiyê hatim. Behsa firotina min dikirin û piştre ji nişkave min vegerandin. Dema ez vegeriyam gotin, “ger tu biaxivî, tûye carek din zarokên xwe nebinî.”

Li bajarên biçûk tiştek demek dirêj veşartî namîne, gotin bi lez belav dibin û bi demê re ji aliyê hemû kesê ve tê bihsîtîn. Li otoriyek a başûrê Tartusê, windabûna jinek li gel zaroka xwe mînaka vê yekê ye. Piştî kete otobûsê winda bû û piştî ku di medyaya dîjîtal de rojevek mezin hate avakirin, vegeriya. Lê belê vegera wê ne wek yên din bû. Dema jin vegeriya, bi pirsgirêkên rû û tenduristiyê re têdikoşiya, ne diaxivî yan jî zaroka xwe hembêz nedikir. Piştî vegerê di navbera hevjinê wê de nakokî derketin û hevberdan.

Çarenûsa jinên vegeriyane, pirsgirêkek din e. Gelemperî malbat hewl bide baş bike û hevjînê wan jî gelek caran destûr nade jin vegerin malê.   

Ev bûyerên revandinê tirsek mezin daye avakirin. Êdî zarokên keç an li gel bavê xwe yan jî li gel birayên xwe derdikevin ji derve. Hinek jê qet ji mal dernakevin. Ji ber gel caran li gel malbatên xwe jî tên revandin. Mînak sê xwîşk û bira bi hevre hatin revandin. Piştî hevdîtinên dirêj û muzekereyên veşartî du zarokên keç hatin berdan, çarenûsa bira hê nayê zanîn.    

Fikarên li dijî amûrên texsî 

Heman çavkaniyê, da zanîn ku li Tartusê bi taybet di saetên şevê de daxwaza amûrên texsî û serwîsê di astek girîng de zêde bûne. Sedemê wê jî, bi karanîna wesayitên giştî dibe xeter.

Di hinek bûyerên revandinê de, têkildarî rêbazên bi xeter yên tê bikaranîn de hişyarî tên parvekirin. Ajokarê serwîsê di hejmarek sînordar de otobûsa rêwiyan tije dike û ji du sê qoltoxên vala re jî jinên mexdûr digrin. Tê fikirin ku rêwiyên mevcud parçeyek vê planê ne û rol dikin.