Li Pêncwînê festîvala çandî û bazarê ji bo jinên karsaz derfetên nû ava dike
Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Pêncwînê bi beşdariya gelek jinan û nûnerên sektorên cihêreng festîvalek çandî û bazarê hat vekirin. Di çalakiya ku dê sê rojan bidome de, hilberînên destan û karsaziya jinan derketin pêş.
Navenda Nûçeyan – Di 23’ê Tîrmehê de, festîvalek çandî û bazarek bi beşdariya qaymeqamê navçeya Pêncwîn û nûnerên ji sektorên cûda hate lidarxistin. Hejmareke mezin ji jinan beşdarî festîvalê bûn.
Di çalakiyê de hunerên destan yên cûrbecûr, xwarinên taybet û kelûpelên destan ên ji hêla jinan ve hatine çêkirin hatin pêşandan. Ev kombûn bi bandor bûye marqeyek ji bo jinên jêhatî.
Şadan Xefur, ku du sal in xwediyê dikaneke firotina cilên Kurdî ye, destnîşan kir ku ev cara yekem e ku ew beşdarî festîvalê dibe û got: "Ez du sal in dikaneke ku xizmetê ji bo jinan pêşkêş dike dimeşînim. Ez pir kêfxweş im ku beşdar dibim. Bûyerên bi vî rengî derfetek girîng pêşkêş dikin da ku berhemên me werin pêşve xistin. Mirov ji hundir û derveyî Pêncwîn tên serdana me. Em ji organîzatoran re ji bo vê çalakiyê spas dikin, ku alîkariya me dike ku em bêtir werin nasîn."
Girîngiya beşdariya jinan
Xefur tekez kir ku festîval mêvanan tîne û girîngiya beşdariya jinan zêde dike û bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di hilberînê de û pêşxistina karsaziyên xwe. Wê diyar kir ku divê jin li ser lingên xwe bisekinin, pîşeyek fêr bibin û xwedî li malbatên xwe derkevin.
Şadan diyar kir ku festîval derfeteke girîng e ji bo pêşandana berhemên wan û ev peyam da: “Her çend çavkaniyên jinan kêm bin jî, hewlên wan di dawiyê de tên naskirin û ew dikarin bi rêya xwe ya pêşveçûnê serkeftinê bi dest bixin.”
Festîvala çandî û çalakiya bazarê ya li Pencwinê dê sê rojan bidome û ji bo zêdetirî 100 kesên jêhatî derfetên danasîn û karsaziyê afirandiye.