Li Pasûrê li dijî madenê têkoşîn: Ev xak a me ye em ê nedin kesê

Şêniyên Pasûrê ku li dijî ocaxa madenê ya ku dihat xwestin were çêkirin di nava têkoşînê de ne bi gotinên; “Ev xak a me ye, em ê nedin kesê” bang kirin ku hemû kes di 10’ê Tebaxê de beşdarî mîtînga li zozan were li darxistin bibin.

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Amed- Li zozanê Hasadin ê li navçeya Pasûra Amedê şîrketa bi navê Kulp Madencîlîk û Tîcareta ji Derve A.Ş li madenê digere. Rojên borî bi hevkariya leşkeran bêyî xebera kesê, şîrketê ji herêmê nimûne bir, armanc dike ku li qada hezar û 970 metre qada medenê vekin. Rûxsata madanê ku di roja 2’yê Tîrmeha 2023’an de girt, hat zanîn heta 2’yê Tîrmeha 2028’an derbasdar e, gundî çêkirina madenê qebûl nakin û bi rojan e têdikoşin. 

Jin bi darên di destên xwe de nobetê digrin

Madena ku tê pêşbînîkirin wê were vekirin, bandorê li 13 gund û gundikan dike, wê bandorê li lawirvanî û mêşvaniya li herêmê tê kirin jî bike. Zozanê ku di gelek riyên wê de av derbas dibe, wê bi bermahiyên madenê qirêj bibe. Ji derveyî madeyên xam ên endustriyel ên weke sodyum, potasyom, lityum, îyot, xwiyên bor, şîrketa ku hedef dike xebatên enerjî û madena metalîk bide meşandin polîs û leşker jî girtine gel xwe, tevî bertekên gel jî hedef dike ku xebatên madenê bixe meriyetê. Jinên ku dixwazin hem çavkaniya avê, hem jî qada hewaya paqij biparêzin, bi darên di destên xwe de têdikoşin, bi biryar in ku qadên jiyanê nekin qurbanên madenê. Di heman demê de komîsyona hawirdorê û baroya bajar a Amedê der barê pêvajoyê de ji bo paşvekişandina ruxsata hatiye dayîn ji bo şîrketê xwe amade dike ku serî li dadgeha îdarî bide. 

Jinan ji bo ku zêdetir xaka wan a ku hatiye kolandin ziyanê nebîne, bang li her kesê kirin ku beşdarî mîtinga di 10’ê Tebaxê de li zozan were lidarxistin bibin.

‘Hemû çavkaniyên me û jiyana me di bin xeterê de ne’

Fatma Yakut ku yek ji şêniyên zozan e bertek nîşanî lêgerîna madena ku tê xwestin were çêkirin da û da zanîn ku wê vê yekê li tu qadan qebûl nekin û wiha got: “Em zozanên xwe nadin. Werin me bikujin jî em nadin. Li dijî wan amade ne bi her awayê têbikoşin. Ev der xaka bapîrên me ye, bila kes çavên xwe bernede vê derê. Em vê zilm û heqaretê qebûl nakin. Li vê derê lawirên me hene, ev cih yekan e cihê çavkaniya jiyana me ye. Em ji vir biçin em ê birçî bimînin. Em vê talanê tu car qebûl nakin. Ne em ne zarokên me kes vê derê nade. Bila kes nekeve pey berjewendiyên xwe yên şexsî, bila kes pere nefikire. Em vê derê tu caran nadin, nadin, nadin. Ez 30 sal in li vê derê me. Em li vê derê çêlek û pezê xwe diçêrînin. Em vê derê ji wan re nahêlin. Ev der çavkaniya me ya jiyanê ye. Bi van madenan dixwazin me hemûyan tune bikin. Ger maden were, ne lawirên me dimînin ne qadek ku em biçin dimîne. Ji derveyî vê ava ku tê gund ji vê derê tê. Ger li vê derê maden were çêkirin ava ku em vexwin jî namîne, em ê nikaribin nefes bigrin.”

‘Ger ev der tune bibe em ê neçarî koçberiyê bibin’

Fatma Yakut daxwaza piştavniyê kir û wiha got: “Ger ev çiya tune bibe, wê lawir, av û çavkaniya gund jî tune bibe. Ger ev der tune bibin divê em ji vî derî biçin. Ger ev çiya tunebe em jî tune ne. Ew çi bikin jî en destûr nadin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Çi ji destên me were em ê bikin. Kesên ku li vê derê dijîn madenê naxwazin. Em hevînan li vê derê ne, ji bo nanê xwe em dixebitin. Em ê tu carî rê nedin vê madenê.”

‘Em ê rê bigrin em destûr nadin’

Maksude Bîngol jî ev tişt got: “Em madenan naxwazin. Bila kes ji bo pere nekeve van çiyayan. Em havînê tên vê derê, payîzê diçin. Sala borî bêyî xebera me hatin û îsal jî careke din hatine. Cara were em ê destur nedin. Em ê parastina gelê xwe bikin. Em vê xakê ji kesê re nahêlin. Ev cihê avê ye, cihek ku ava binerd lê zêde heye ev der e. Em kesê li vê derê nexwazin. Bila her kes li dijî vê talanê dengê xwe derbixe. Bila li dijî vê rewşê li kêleka me bin û li gel me têbikoşin. Em ê keviran daynin ser rê û rê bigrin, bi daran jî be em ê wan asteng bikin û destûr nedin.”

 ‘Bila jehra xwe ji me dûr bixin’

Herî dawî Serayî Yuce jî got: “Ger zozanên me ji me bigrin, wê ruhê me ji me bigrin. Ev der yekane çavkaniya jiyana mirovên li vê derê ye. Ger ev der tune bibe, kesek wê nikaribe biçe gund û zozanan. Wê ava me were girtin û jehrî belav bibe. Wê ne lawir ne jî jiyana me bimîne. Ev der ne yê wan e, zozanên me ne. Em vê jehrê qebûl nakin. Bila ji me dûr bin!”