Li Pakistanê: Dadgehên fermanê êrişê çalakgerên Belûç kirin
Mahrang Baloch a ku dengê malbatên windayan e li Belûcistanê temsîl dike, tevî sê çalakvanên din di dadgeheke girtîgehê de cezayê heta hetayê lê hate birîn. Ev biryar hewldanek ji bo bêdengkirina dengê mafên mirov û jinan e.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Pakistanê ya ku li hemberî dengê edaletê û vîna jinên azadîxwaz asê maye, vê carê bi rêya dadgehên fermanê êrîş bir ser çalakgerên Belûç. Dengê malbatên windayan Dr. Mahrang Baloch û sê çalakgerên din, di dadgeheke girtî ya di nav dîwarên girtîgehê de, bi cezayê heta hetayê hatin darizandin.
Cezayê heta hetanê li dijî parêzvana mafên mirovan
Li herêma Belûcistana Pakistanê dadgeheke taybet cezayê girtina heta hetayê li parêzvana mafên mirovan û yek ji pêşengên “Komîteya Hevgirtina Belûcan” Mahrang Baloch û sê çalakvanên din jî birî. Dadgehkirina parêzvana mafên mirovan di hundirê girtîgeha Quettayê de bû sedema nerazîbûnan ji aliyê girtiyên di girtîgehê de. Çalakvan bi sûcên kûştina yek ji endamên hêzên ewlehiyê ve hat sûcdarkirin. Lê Belê saziyên sivîl dibêjin ku ev biryar tenê ji bo çandina tirsê û tepeserkirina daxwazên rewa yên gelê Belûc e.
Li gorî agahiyan, Dr. Mahrang Baloch û sê hevalên xwe di doza ku bi çalakî û kombûna “Racî Mac” ya li bajarê Gwadarê ve girêdayî ye, hatine darizandin. Mahrang Baloch ku bi salan e li dijî girtinên bêsûc, windakirinên bê serûber û binpêkirina mafên mirovan li Belûcistanê têdikoşe û bûye sembola dadxwaziya malbatên windahiyan.
Çar çalakgerên Belûc di yek dozê de hatin cezakirin
Tevî Mahrang Baloch, 3’ê kesên din jî hatin ceza kirin. Nevê wan wiha ye. Balac Qadir: Serokê Rêxistina Xwendekarên Belûc; Ebubakar Kalanşî: Yek ji pêşengên heman rêxistinê; Sibgatullah Şah Umarî: Endamê Komîteya Hevgirtina Belûcan e.
Çalakvanên Belûc destnîşan kirin ku dewleta Pakistanê bi rêya dozên siyasî û ewlehiyê dixwaze rê li ber xebatên xwendekaran û parêzvanên mafên mirovan bigire da ku tu kes nekaribe dengê xwe li dijî zilmê bilind bike.
Doza çalakvanan bi meş û kombûna Gwadarê ve girêdayî ye
Ev doz piştî kombûna girseyî ya bi navê “Racî Macî” ya li bajarê Gwadarê hat vekirin.
Dozgerê giştî yê Pakistanê îdia kir ku Şebîr Baloş, endamekî hêzên sînor e, di dema meşê de bi keviran hatiye hedefgirtin û ji ber birînên xwe miriye. Piştî bûyerê, doz li çend çalakvanên Belûc hate vekirin, di encamê de çar ji wan bi cezayên hepsê yên heta hetayê hatin cezakirin.
Lê belê, heta niha tu belge û şahidiyên zelal nehatine nîşandan, mafê parastinê û dîtina parêzeran ji bo girtiyan nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê, raya giştî vê dozê wekî “senaryoyeke siyasî” dibîne û pênase dike.
Dadgeh kirinek bê hiqûqî
Ji ber “sedemên ewlehiyê” rûniştina dadgehê di hundirê girtîgeha Quettayê de û li pişt deriyên girtî hat meşandin.
Ev şêwazê darizandinê ji aliyê saziyên mafên mirovan ve bi tundî tê rexnekirin. Ji ber ku dema dadgeh li girtîgehê be, medya, malbat û çavdêrên serbixwe nikarin lê binêrin û ev yek nîşan dide ku dadgehkirineke adil û hiqûqî pêknehatiye.
Zextên hiqûqî nikarin pêşiya dadxwaziya jinan bigirin
Mahrang Baloc bi riya çalaliyê xwe di salên dawî de dengê dayik û malbatên Belûc gihand cîhanê. Wê her tim daxwaz kir ku çarenûsa kesên winda bibe zelalkirin û berpirsiyar werin darizandin.
Cezakirina wê û hevalên wê, peyameke tirsê ye ji bo hemû jin, xwendekar û çalakgerên ku li Belûcistanê li pey heqîqetê ne. Lê belê mîrateya têkoşîna Mahrang nîşan dide ku bi van cezayan, dengê edaletê û vîna jinên azadîxwaz nayê bêdengkirin.