Li Nîjeryayê şewba taya 'Lassa' belav dibe

Li Nîjeryayê şewba taya Lassa paytext jî di nav de belavî 28 eyaletan bû. Ji ber şewbê di nava 4 mehan de 156 kes jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Navenda Kontrola Nexweşî ya Nîjeryayê (NCDC), der barê şewba taya Lassa de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di navbera dîroka 1'ê Çile û 28'ê Nîsanê de şewba taya Lassa paytext Abuja jî di nav de belavî li 28 eyaletan bûye. Di daxuyaniya ku hate destnîşan kirin 857 bûyerên taya Lassayê hatine tesbîtkirin û hate diyar kirin ku hejmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 156.

Nexweşiya taya Lassayê, cara ewil di sala 1969’an de li eyaleta Bonro ya li nakurê rojhilatê welat derketibû. Li welata ku di dîroka Sibata 2023’an de ji ber şewba taya Lassa "rewşa lezgîn" hatibû ragihandin, par hezar û 170 bûyerên taya Lassa hatiye tespîtkirin û 219 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Nexweşî, di encama destdana pîsatiya mişk de belav dibe. Nexweşiya ku ji mirovan derbasî mirovan dibe rê li ber germahiya xwînçûyîna ku dibe sedema mirinê vedike.