Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 102 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa bi çek a li dijî eyaleta Benue ya Nîjeryayê de herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Di saetên sibehê de li eyaleta Benue ya Nîjeryayê êrîşek bi çek pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku êrîş di navbera şivanên Fulanê ku bi lawirvaniyê debara xwe dikin û cotkaran de pêk hatiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Şêwirmendê Taybet ê Karên Hundirîn û Ewlehiya Hundirîn a eyaleta Benue Jaseph Har de hat diyarkirin ku kesên bi çek di saetên sibehê de êrîşî herêma Yelewata ya eyaletê kirine.

102 kesan jiyana xwe ji dest dan

Joseph Har diyar kir ku di êrîşê de 102 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde kes birîndar bûne, ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.

Berdevkê polîsên Benue Udeme Edet îfade kir ku hêzên ewlehiyê sewqî herêmê kirine, bûyer hatiye kontrolkirin.

Li aliyê din di nûçeya medyaya neteweyî de hat îdiakirin ku êrîş ji aliyê şivanên qebîleya Fulanî ku bi lawirvaniyê debara xwe dikin ve pêk hatiye.

Di êrîşên berê de jî 43 kes mirin

Li eyaleta Benue, dem bi dem di navbera qebîleya Fulanî ku bi lawirvaniyê debara xwe dikin û hinek qebîleyên bi cotkariyê re mijûl dibin de pevçûnên dijwar diqewimin. Şivanên qebîleya Fulanî, di 2’ê Hezîranê de di êrîşên li herêmê Giwer West û Edikwu Akpalî pêk anîn de 43 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

Fulanî ji bo lawirên xwe biçêrînin koçî herêmên cuda yên welat dikin, hat diyarkirin ku hewl dane lawirên cotkaran bidizin û êrîşê wan kirine.

Çeteyên bi çek jî ji van pevçûnan sûd digrin, êrîşan pêk tînin û gefan li gelê herêmê dixwin.